AYD û IHO-Ebrar alîkariya penaberan kirin
Li bajarê Calaîsa Fransayê Yetîm-Dera Ewrûpa û ÎHO-Ebrar alîkariya penaberên ku ji Efrîqa, Sûrî, Iraq, Efxenîstan û derên din hatine û di derfetên zehmet de dijîn kir.
Yetîm-Dera Ewrûpa û ÎHO-Ebrarê ku karûbarên xwe li Ewrûpayê bi rê ve dibin malbatên penaber ên ku ji Efrîqa, Sûrî, Iraq, Efxenîstan û derên din hatine û li bajarê Calaîsa Fransayê sitirîne tespît kirin. Dûvre gor niyaziyên wan alîkarî li wan hat kirin.
Do roj berê ji Parîsa payîtaxta Fransayê endamên Yetîm-Dera Ewrûpa û ÎHO-Ebrarê bi qamyona ku ji cil û berg, betanî, pêlav, xwarin û vexwarinê pêk dihat re ketin rê. Piştî ku ev dildar hatin Biljîka û Hollandayê lazimiyên ku wek alîkarî anîbûn li penaberan belav kirin.
Di derbarê mijarê de ji nûnerên ÎHO-Ebrara Fransayê Umît Ataş daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Ataş detnîşan kir alîkariya ku wek cil û berg, betanî, pêlav, xwarin û vexwarinê pêk dihat gihandine bajarê Calaîsa Fransayê.
Her wiha Ataş destnîşan kir ku rewşa van penaberan gelek xedar e. Herî dawî Ataş ji ber ku alîkarî li penaberan kiriye ji Yetîm-Dera Ewrûpayê re teşekûr kir. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Gor agahiyên ku me ji mintiqa penaberan bi dest xistiye ji teref dewletê ve alîkarî li penaberan nayê kirin. Alîkarî ji teref xêrxwazan vê tê kirin. Her wiha em hîn bûn ku ji teref saziyekê ve rojê bes danekê xwarin tê belavkirin.” (ÎLKHA)