'Xwedê Teala jî vê yekê qebûl nake'
Parêzer û Nivîskar Emîn Guneş biryara redkirina hebûna Ergenekonê ya ku Dadgeha bilind dabû nirxand û diyar kir di pêvajoya 28ê Sibatê de ji ber karûbarên Îslamî gelek Mislimanan bi hincetên şaşomaşo avêtine zindanan û hêj jî wan Mislimanan di zindanan de digirin.
Piştî biryara redkirina hebûna Ergenekonê ya ku Dadgeha bilind da parêzeran vî biryarê nirxand û bi taybet wan bal kişandin bi taybet di pêvajoya 28ê Sibatê de ji ber karûbarên Îslamî gelek Mislimanan bi hincetên şaşomaşo avêtine zindanan û ev mexdûriyetî hêj jî didome.
Parêzer û Nivîskar Emîn Guneş bal kişand Mislimanên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin ji teref tu kesî ve nayên dîtin û diyar kir ji aliyekê ve kesên ku têkiliya wan bi Ergenekonê re hebûn û ceza sitandibûn hatin serbestberdan. Ji aliyekê din ve Mislimanên ku ji ber karûbarên Îslamî hatibûn girtin hêj jî mexdûr in. Vê yekê Xwedê Teala jî qebûl nake.
“Wîjdana raya giştî jî dibêje ku di nav leşkeran de rêxistinekê wiha heye”
Guneş destnîşan kir ev biryara ku Dadgeha bilind di der heqê Ergenekonê de daye konjektoriye û ev biryarek rast nînin. Dûvre Guneş axavtina xwe wiha domand: “Herkes xeberdar e ku rêxistinekê wiha heye. Tu kes nikare înkar bike ku eskeriyeya ku di amadehiya derbeyê de bû û geh geh efserên ciwan yên ew rêxistina ku me wek dewleta kur dihesiband di medyayê de cî digirtin. Lê dadgeha bilind idîa kir sazbûna rêxistina ku wek Ergenekonê tê hesibandin bi hincet û behaneya hinek kêmasiyan bi şiklekî baş derneketiye holê. Wîjdana raya giştî jî dibêje ku di nav leşkeran de rêxistinekê wiha heye. Di derbasiyê de derbeya postmodernê ya ku wan kiriye, dana mixtirayê û rêvebira şahidan dide nîşandan ku di artêşê de rêxistinekê wiha heye. Belkê bergeha vî ev qas nînin. Belesebeb ev bergeh hat berfireh kirin.”
Guneş diyar kir ji ber ku nabeyna hikûmet û Saziya Paralelê xirab bûye hikûmet mecbûr ma ku bi Ergenekonê re hevkarî bike. Dûvre Guneş axavtina xwe wiha domand: “Ez di serî de difikirim ku rêxistina FETOyê saziyakê mesûm û bêsûc nînin. Dibe ji ber ku hikumet dixwaze bi wêristiya di nav eskeriyeyê de ji polês û rêxistina vî rêxistinê istîfade bike. Ev ramana min bixwe nînin. Di gelemperê civakê de baweriyekê wiha heye.”
“Em îqaz dikin ku Xwedê Teala jî vê yekê qebûl nake”
Guneş diyar kir geşedanên di derbarê Ergenekonê de di holê de ne. Neheqiyên ku bi taybet di pêvajoya 28ê Sibatê de hatin dîtin wîjdana gel nerehet dike. Dûvre Guneş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez bawerim dema ku darizandinekê ji dil hebe heke cinayetekê ku di çarçova parastina meşrû de jî bibe dê ev yek wek bê ceza dawî lê were. Lewra em dizanin ku tiştekî wiha tune. Ev hemî bêbinî û nerast in. Em dizanin ku Xwedê Teala ji vê yekê re wext diyar kiriye û dê vî yekê îxmal neke. FETOya ku di pêvajoya 28ê Sibatê de di hestiyê Mislimanan de av vedixwar niha hesaba vê yekê dide. Wateya bêganebûna ji vê yekê re û nedîtina avêtina Mislimanan a li zindanê û her wiha eleqedernabûna bi vê yekê re ew e ku mirov dibe hevparê vî gunehê. Em îqaz dikin ku Xwedê Teala jî vê yekê qebûl nake.” (ÎLKHA)