'Serxwebûn mafê meşrû ya Kurdan e'
Partiyên Îslamî yên Kurdistana Iraqê civînek li dar xistin, piştî civîna ku hat lidarxistin de Serokê Komala Îslamî Elî Bapîr destnîşan kir ‘Serxwebûn mafê meşrû ya Kurdan e.’
Komel, Yekgirto û Tevgera Îslamî li Sileymaniyê civînek li dar xistin. Piştî civîna ku hat lidarxistin, daxuyaniyek hevpar hat dayîn. Daxuyaniya hevpar ji teref Serokê Komelaya Îslamî Elî Bapîr ve hat dayîn.
Elî Bapîr di daxuyaniya ku da de destnîşan kir serxwebûn mafê meşrû ya Kurdan e. Bapîr her wiha diyar kir encax divê ji bo vê yekê bingehek bê damizrandin û wiha got: “Em wek Partiyên Îslamî yên li Kurdistanê destnîşan dikin ku em ji sedî sed piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê.”(ÎLKHA)