Ji HUDA PARê daxuyaniya Roja Qudsê
Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bang li xelkê hat kirin da ku roja înê temamê Mislimanan derkevin qadan û xwedî li Qudsa Şerîf derkevin.
“Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ummeta Îslamê di nav buhrana herî mezin de ye û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Pêdivî û îxtiyaca welatên Îslamê ji xwedanheviyê re heye û divê vegerin li ser huviyetên xwe yên eslî heye. Ew kemîna herî dawî ya ku ji teref hêzên emperyalîst û siyonîst ve bi arîkariya hevkarên wan li hember terefdarên Quds û Mescîd-î Eqsayê hatiye dayîn ldivê hişê temamê Mislimanan bînê serê wan. Em wek HUDA PARê bi vê wesîleyê bang li temamê Mislimanan li ser rûyê erdê dikin da ku li meydanan xwedî li Qudsa Şerîf derkevin û destekê bidin temamê bernameyên ku dê ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê bên tertîpkirin. Her wiha em bangê Mislimanan dikin da ku temamê Mislimanan ji bo Qudsê sefên xwe bikin yek.”(ÎLKHA)