Êrîşa çekdarî li Licê yê hat kirin
Li Licêya Diyarbekirê êrîşa çekdarî li Arîkarê Serokê Navçeya Licê yê AK Partiyê Orhan Mercan hat kirin, di encama êrîşê de Mercan jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin li Licêya Diyarbekirê êrîşa çekdarî li Arîkarê Serokê Navçeya Licê yê AK Partiyê Orhan Mercan hat kirin, di encama êrîşê de Mercan jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîşa çekdarî di wextên êvarî de li ber devê deriyê Mercanî ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve lê hatiye kirin. Mercanê ku di êrîşa ku hat kirin de giran birîndar bû li nexweşxanê digel temamê mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Piştî êrîşê gelek esker û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji bo êrîşkar bên girtin operasyon hat destpêkirin.
Di derheqê êrîşa ku li Arîkarê Serokê Navçeya Licê yê AK Partî hat kirin de 11 binçavî
Weke ku tê zanîn doh êvarî li Licê êrîşa çekdarî li ber devê deriyê Mercanî lê hatibû kirin û di êrîşê de Mercan jiyana xwe ji dest dabû.
Hat hînbûn di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de 11 kesên şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)