Roja înê ji bo Mescîda Eqsayê derkevin meydanan
Ji ber ku îşxalkerên siyonîst li Mescîda Eqsayê ji kirina îbadetan re dibin asteng û di hewşa Mescîda Eqsayê de Mislimanan şehîd dikin ew ê xelkê Diyarbekirê sibe li ber devê Mizgefta Mezin kom bibin û daxuyaniya çapemeniyê bidin.
Weke ku tê zanîn di van pêlên dawî de îsraîla îşxalker a siyonîst her ku diçe zilm û tehdayiyan zêdetir dike. Herî dawî îsraîlê siyonîst deriyên Mescîda Eqsayê roja înê girt û nehişt ku li mizgeftê nimêja înê bê kirin û di hewşa camiyê de 3 xortên Misliman şehîd kirin. Saziyên Siwîl ên Îslamî yên ku xebatên xwe li Diyarbekirê birêve dibin ji ber van sedeman ew ê roja înê xwe berdin meydanan û ew ê li dijî rewşê nerazîbûna xw enîşan bidin û îsraîlê îşxalker tel’în kir.
Li gor beyaneta ku hatiye dayîn ew ê sazî bibe piştî nimêja înê li ber devê Mizgeftas Mezin werin li ba hev û ew ê daxuyaniya çepemiyê bidin. (ÎLKHA)