Divê alema Îslamê ji bo Arakanê tiştinan bike
Memur-Sen bi daxuyaniya ku belav kir wan êrîşên ku ji teref çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê ve u li hember Mislimanan hatine kirin şermezar kir û bang li alema Îslamê hat kirin da ku ji bo alema Îslamê tiştin bên kirin.
Wek tê zanîn çeteyên budîst û artêşa Myanmarê ev çend rojên dawî êrîşên hovane û wehşî dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên ku di van çend rojên dawî de li Arakanê hatin kirin de li gor hejmarên xeyrî resmî zêdetirî 3 hezar Misliman ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve hatin qetilkirin.
Ji ber vê qetlîama ku hatiye kirin Memur-Sen bi daxuyaniya ku li 81 bajêran belav kir qetlîamên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve hatine kirin tel’în kir û bang li alema Îslamê kir da ku ji bo Arakanê tiştin bên kirin û qetlîam bên sekinandin.
“Divê alema Îslamê ji bo Arakanê tiştinan bike”
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat gotin alema Îslamê divê demildest tiştinan bike û dû re wiha hat gotin: “Tirkiye di vê bergehê de bang li ÎTTê kiribû da ku tiştin bên kirin, em destekê didin vê bangê û hat ragihandindivê temamê hikûmetên welatên Îslamê, saziyên alema Îslamê û saziyên alîkariyê hewil bidin da ku Arakan têkeve rojeva NY û rêxistinên din. Her wiha em ji van dixwazin ku hewil bê dayîn da ku zext li hikûmeta Myanmarê bê kirin da ku ev êrîş bên sekinandin.”(ÎLKHA)