'Dev ji gotinên hamasî berdin'
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî 2yemîn kongreya awarte ya teşkîlata navçeya Îpekyoluyê ya HUDA PARê bû hişyarî kir da ku erdnigariya Îslamê piştî Sûriyê ber bi fitneya duyemîn ve neyê kişandin.
Li Îpekyoluya Wanê 2yemîn kongreya awarte ya teşkîlata navçeya Îpekyoluyê ya HUDA PARê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî kongrê bû derheqê rojevê de nirxandinan kir û bo pêşiya fitneyan bê girtin hişyariyan kir û diyar kir divê Misliman li hember leystikên ku li ser erdnigariya Îslamê tên lîstandin bi dîqqet bin.
“Em dibêjin; dev ji vebijerkên leşkerî berdin, bilevkirina vê yekê jî xeletiyeke mezin e”
Piştî referandûma ku li Herema Kurdistana Iraqê hat kirin re hikûmeta Tikriyê got ku vebijerkên leşkerî jî li ser masê ne. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî kongreyê bû derheqê vê gotinê de wiha nirxandinan kir: “ Mêze bikin, îro hêzên fitnê li ser erdnigariya me dixwazin erdigariyeke me din wek Sûrî tevlîhev bikin û birayan berdin birayan. Ji xwe piştî salên 1980an ji bilî sukunetên demkî her tim li Iraqê herb hakim bû.Di nav vê hakimbûna herbê de şerê ku di salên 1980-88an de di navbera Îran û Iraqê de qewimî, di sala 1991an de têketina Seddam li Kuweytê û dû re jî îşxalkirina Iraqê ya ku ji teref Amerîka ve hat kirin û di ala 2003an de Herba Duyemîn a Kendavê. Ji dema ku Amerîka kete wir ve zêdetirî milyonek însan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes jinebî û yetîm man û neslek heba bû. Niha hinek kes ji ber referandûma ku li Kurdistana Iraqê hat kirin qala mudaxeleya leşkeriyê dikin. Em îro cardin îqaz dikin û dibêjin; dev ji vebijerkên leşkerî berdin, bilevkirina vê yekê jî xeletiyeke mezin e. Ew kesên ku dibêjin ew ê plaqayên 82, 83 bidin wek wîlayet bidin Musûl û Kerkukê! Hişyar bin û milletê tehrîq nekin.”
Dev ji gotinên hamasî berdin û bi ferasetê li bûyeran bînêrin
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku dibêjin em terefdarê tevayîbûna Iraqê ne û dibêjin referandûma li wê derê ummetê parçe dike, dema ku axên ummetê bi postalên Xiristiyanan dihat eciqandin hûn çima nehatin xîretê, we çima dengê xwe dernexist.Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ey hikûmet! Dev ji gotinên hamasî berdin û bi ferasetê li bûyeran bînêrin. Wan kêmînên ku li pêşiya wan hatine danîn bibînin. Belê wisa hewil tê dayîn da ku ummetê dabeş bikin. Hûn jî ummetê li gor sînorên ku berî vê 100 salî hatine xêzkirin dabeş nekin. Ger hûn ummetê bi gotinên xwe dabeş bikin, wê demê mimkûn e ku sibe ew rihê ummetê ya ku di xew de ye dibe ku hişyar nebe, hûn ê wê bikujin. Em wek bira mesûliyeta birabûnê tînin cih, ji xeletiyê vegerin û adil bin.”(ÎLKHA)