Birayê Bîlal Yararli çû rehma Xwedê
Mucahît Yararliyê ku ev 2 sal e bi nexweşiya qanserê ketiye û birayê Bîlal Yararliyê ku 17 salan di girtîgehê de tê girtin e wefat kir.
Hat ragihandin Mucahît Yararliyê ku ev 2 sal e bi nexweşiya qanserê ketiye û birayê Bîlal Yararliyê ku 17 salan di girtîgehê de tê girtin e li Stenbolê di nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin de wefat kir. Mucahîd Yararliyê ku wefat kir doh li Xarpêtê hat definkirin.
Mucahît Yararliyê ku ev nêzî du salan e bi êşa qanserê ketiye ev bû nêzî salekî li Stenbolê dihat tedawîkirin. Yararliyê ku wefat kir doh piştî nimêja nîvro li Camiya Saîd Koç nimêja wî ya cinazê hat edakirin û dû re li Xarpêtê hat definkirin.
Hat hînbûn malbata Yararli li Mala Şînê ya Saîd Koç sersaxiyan qebûl dike û ew ê Bîlal Yararli îro dê bo beşdarî taziyeya birayê xwe bibe bê anîn Xarpêtê.(ÎLKHA)