Weqfa Yetîman alîkariya bataniyan kir
Weqfa Yetîman a ku ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilma artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst koç dikin re bênavber alîkariyan dike xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.
Weqfa Yetîman vêcarê jî ji wan Mislimanên ku li Bangledeşê di kampên Cox’s Bazar û Balukhaliyê dimînin re bataniyan belav kir.
Li kampa ku mezintîrîn kampa duyemîn e nêzî 400 hezar Mislimanên Arakanî lê dimînin pêdivî ji tiştên xurek û yên mîna wê muhîm re heye.
Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Sertaç Tekdal derbarê xebatên alîkariyê yên ku dikin de daxuyaniyan da û diyar kir li her kampa ew diçinê rewş qet nebaş e û kovandar e.
“Pêdiviya wan ji hemû tiştî re heye”
Tekdal di berdewama axavtina xwe de diyar kir xebatên wan ên alîkarî berdewam dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev tiştên ku em dibînin bi rastî jî wicdanan diêşîne.Em ji wê êş û elama ku Misliman li vê derê dikşînin re dibin şahid. Me doh paketên erzaqê belav kir û îro bataniyan. Sibe û du sibe jî em ê alîkariyên cûrbecûr bikin. Nexasim pêdîvî bi cil û bergên zarokan heye. Problema tenduristiyê gelek mezin bûye û derman tunene. Di her qampa ku em diçinê em li rasta probleman tên.”(ÎLKHA)