Mehmet Yavuzê ku bi nexweşiya qanserê ketiye dua teleb kir
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku bi nexweşiya qanserê ket di serî de ji Yûsufiyan û bi giştî ji temamê Mislimanan dua teleb kir.
Mehmet Yavuzê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku berî vê çendakî ji ber nexweşiya gurçikê hat rakirin nexweşxanê û hat dermankirin gurçekekê wî hat girtin. Yavuzê ku nexweş e di serî de ji Yûsufiyan û bi giştî ji temamê Mislimanan dua teleb kir.
Hat ragihandin Yavuzê ku gurçekeke wî hat girtin di dema dermankirinê de hat teşhîskirin ku pê re qansera gurçikê heye.
Yavuz di rojnameya Dogruhaberê de bi nivîsa sernava “Mekteba Nexweşiyê û sirra îmtîhanê!” nexweşiya xwe daxuyand. Yavuz di nivîsê de derbarê mijarê de wiha got: “Di serî de ji Yûsufiyan û kekên min ên mihacir û bi giştî jî ji temamê xuşk û birayên xwe cardin dua teleb dikim û ji Xweda jî wasilbûna we ya saadetî dareyn dikim.”(ÎLKHA)