Mîtînga “Em li Qudsê xwedî derdikevin” dest pê kir
Mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” ya ku ji teref HUDA PARê ve li Diyarbekirê tê tertîpkirin dest pê kir.
Mîtînga “Em li Qudsê xwedî derdikevin” dest pê kir
Mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” ya ku ji teref HUDA PARê ve li Diyarbekirê tê tertîpkirin dest pê kir.
Piştî ku ji teref Serokê Dewleta Amerîkaya Emperyalîst Donald Trump ve Quds wek paytexta siyonîstên îşxalker hat naskirin re li seranserê alema Îslamê xwepêşan hatin lidarxistin û lenet li biryara Trump hat anîn. Ji van xwepêşan û mîtîngan yek jî îro ji teref HUDA PARê ve li Diyarbekirê bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” tê tertîpkirin.
Berîya destpêka mîtîngê evîndarên Qudsê tekbîr avêtin û sloganên “Qehir bibe Amerîka, qerir bibe îsraîl” hatin avêtin û li qadê merş û îlahîyên derheqê Qudsê de hatin gotin.
Li qada ku lê mîtîng tê tertîpkirin pankartên bi zimanên Erebî, Tirkî, Kurdî, Ingilîzî hatin daleqandin.
Ji ber minasebeta mîtîngê kolanên sereke yên bajêr û di sikakan de trafîk hat asta sekinîne.
Wezîfedarên ku ji teref Komîteya Tertîba Mîtîngê ve hatibûn wezîfedarkirin him li qadê û him jî li derveyî qadê amade bûn. Di têkeninên qadê de ji bilî polêsan wezîfedarên tertîba komîteya mîtîngê jî di nav koordînasyonê de cî girtin.
Ji bo li qada mîtîngê îzdîham çênebe ji teref wezîfedaran re şerîda ewlehîyê hat kişandin û pîrek û zilam ji hev hatin cudakirin.
Di mîtînga ku pêşkêşvanîya wê ji teref Serokê Platforma Şehîdan ve dihat kirin de Amerîkaya emperyalîst û siyonîstên îşxalker hatin telînkirin. ÎLKHA)