“Em hatin da ku li muqaddesata xwe xwedî derkevin”
Alimên ku li Diyarbekirê beşdarî mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derkevin” bûn destnîşan kir “Em ne ji bo ku li ser Qudsê bigrîn ji bo li muqaddesata xwe xwedî derkevin hatin vê derê.”
Li Diyarbekirê ji teref HUDA PARê ve ji bo qerara Serokê Dewleta Amerîka Donlad Trump a derbarê Qudsê de bê şermezarkirin mîtîngeke bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikvin” hat tertîpkirin. Di mîtînga ku bi sedhezaran kes beşdarî bûnê de alimên herêmê derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên û diyar kirin “Em ne ji bo ku li ser Qudsê bigrîn ji bo li muqaddesata xwe xwedî derkevin hatin vê derê.”
Mela M. Beşîr Varolê ji alimên herêmê derbarê mijarê de diyar kir em beşdarî mîtîngê bûn ne ji bo ku em ji wan rica bikin, em beşdar bûn da ku em ummetê hişyar bikin.
“Em hatin da ku li muqaddesata xwe xwedî derkevin”
Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir em vê qerarê red dikin û qebûl nakin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bi heyat û mirina xwe li dijî vê qerarê ne. Em beşdarî mîtîngê bûn ne ji bo ku em ji wan rica bikin, em beşdar bûn da ku em kafiran îqaz bikin. Quds muqaddesata ummetê ye. Temamê ummetê ji Qudsê berpirsiyar e. Em ê tu carî Qudsê teslîmî kafiran nekin. Em ji vê derê kafiran hişyar dikin, bila ji vê ders bigrin. Nexasim bila şeytanê mezin Amerîka vê yekê zanibe bila ew zen neke ku ew ê karibe Qudsê bi hêsanî bi dest bixe. Ev mîtîng mîtîngeke mibarek e. Înşallah ev mîtîng dê bibe wesîleya yekîtî û wehdeta ummetê. Xweda ji wan kesên ku keda wan di vê mîtîngê de heye razî be. Ez bi temamê rihê xwe xelkê vedixwînim van mîtîngên wisa.”(
Ji alimên herêmê Şêx Fatîh Qerejdaxîyê ku diyar kir kafir newêrek in û diyar kir divê Misliman li hember vê yekê bêdeng nemînin.
“Ger em li îman, dîn û muqaddesata xwe xwedî derkevin ew newêrek in û ew ê bi paşve gav bavêjin”
Qerecdaxî di axavtina xwe ya ku derbarê mijarê kir de diyar kir ew dewleteke bi navê îsraîl nas nakin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew Trump mezinê terorîstan malê kî dide kî, kî vê rayeyê daye wî. Em dewleteke navê îsraîl nas nakin. Dewleteke wisa tuneye ku paytexta wê çêbibe. Divê ummet li dijî îşxala sîyonîstan birawestin. Ji sedî 85ê axên Fîlîstînê hatine îşxalkirin. Bila millet xwepêşanan li dar bixin û reîsên dewletan jî hinek peymanan bidin betalkirin. Ger em li îman, dîn û muqaddesata xwe xwedî derkevin ew newêrek in û ew ê bi paşve gav bavêjin. Ev parçebûn û belavbûna me ji ber têkçûna biratîya di nav me de ye. Ger em li doz û muqaddesata xwe xwedî derkevin înşallah ew ê vegerin cihê xwe ku jê hatine.”(ÎLKHA)