“Heta ku Amerîka û sîyonîst bi paşve gav bavêjin divê ev bername bidomin”
Siyasetmedarên ku li Diyarbekirê beşdarî mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” bûn ji qerara Amerîka ya Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlankirinê re bertek nîşan dan.
Li Diyarbekirê ji teref HUDA PARê ve ji bo qerara Serokê Dewleta Amerîka Donlad Trump a derbarê Qudsê de bê şermezarkirin mîtîngeke bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikvin” hat tertîpkirin. Di mîtînga ku bi sedhezaran kes beşdarî bûnê de siyasetmedar derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên û diyar kirin doza Qudsê doza Mislimanan e.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz derbarê mijarê de diyar qudsîyeta Qudsê ji teref Xweda ve hatiye nîşandan û dû re wiha li got: “ Temamê Fîlîstînîyan dev ji doza Qudsê berdin jî em ê wek Mislimanan dev ji vê dozê bernedin.”
“Heta ku Amerîka û sîyonîst bi paşve gav bavêjin divê ev bername bidomin”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir temamê Fîlîstînîyan dev ji doza Qudsê berdin jî em ê wek Mislimanan dev ji vê dozê bernedin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra Quds a Mislimanan e û rûmeta wan e. Quds a me ye, ne ya tu qewmî ye. Ji ber wê yekê hinek kesên qewmîyetperest radibin xwedîderketina Mislimanan a li Qudsê rexne dikin ku ev yek xelet e. Ger Misliman be doza Qudsê ya wî ye. Ger doza Fîlîstînê dirûveke qewmîyetperestî li ser xwe bigre ji bo me tu qudsîyeta wî namîne. Ji ber wê yekê em xwedî li Hamasa ku ji doza Fîlîstînê re xwedîtîyê dikin derdikevin. Lê belê em xwedî li Mahmud Abbas dernakevin. Lewra ew li gor mantiqa sekuler û laîk hereket dike û bo wî tu qudsîyeta Mescîda Eqsa û Qudsê tuneye. Her wisa divê dengê Mislimanan zêde derkeve. Heta ku Amerîka û sîyonîst bi paşve gav bavêjin divê ev bername bidomin.”
Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anî zimên û nirxandinan kir. Turgut di nirxandina ku kir de qala kelecan û coşa li meydanê, fetihkirina Qudsa ya ji teref Selahaddîn Eyyubî ve kir.
“Temamê sefîr û konsolên şebekaya terorê yên li welatên Îslamê divê bên qewitandin”
Turgut di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê Kurd ê Misliman , kadroyên hur û kadroyên jinan wezîfeya xwe dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xelkê Kurd ê Misliman , kadroyên hur û kadroyên jinan wezîfeya xwe kir.Dora wezîfê niha dora îdarevanên ku rayeyê di destê xwe de digrin û li mewqî û maqaman in. Madem we ji vê qerara ku qustax û madem hûn çeteyê terorê wek dewleta terorê dibînin êdî wextê kirina tiştên pêwîst hatiye. Divê niha temamê sefaret û konsolên şebekeya terorê yên li welatên Îslamê bên deportkirin, bên qewitandin û ji wan re miameleya terorîstê bê kirin.”(ÎLKHA)