“Em ê Qudsê bêxwedî nehêlin”
Welatîyên ku li Meydana Îstasyonê beşdarî mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” a ku ji teref HUDA PARê ve hat tertîpkirin bûn destnîşan kirin ew ê Qudsê bêxwedî nehêlin.
Ji teref Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ve mîtîngeke bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” hat tertîpkirin. Welatîyên ku beşdarî mîtîngê bûn hest û ramanên xwe ya derbarê Qudsê anîn zimên û diyar kirin Quds paytexta Fîlîstînê ye û ew ê Qudsê bêxwedî nehêlin.
Welatîyan bi navê Şahîde Soyvural, Zelîha Tunç, Ravşan Cîhangîr, Azîz Onen, Şeyhmus Kizilkaya, Abdullah Kuram, Mehmet Çelen, Mehmet Gokgoz, Cebraîl Çelebî, Yusuf Yaz, Yunus Tatar û Mehmet Salih Çîftsuren derbarê mîtînga Qudsê û meseleya Qudsê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên: “Xwezî em jî li Fîlîstînê li ba Mislimanan bana, bi izna Xwedê em Qudsê bistînin û ji îsraîlê re bernedin. Çawa ku Selahaddîn Eyyubî Qudsê ji kafiran re bernadebe em ê ji wan re behêlin. Quds bi Mislimanan pîroz û muqaddes e, divê temamê Mislimanan vê yekê zanibin û lê xwedî derkevin. Tiştekî mîna Qudsa Rojhilat û Rojava tuneye, Quds yek parçe ye. Divê temamê Mislimanan vê qerarê nas nekin. Qerara Amerîka ya îsraîl bo me di hukmê tunebûnê de ye. Em qerara Amerîka qebûl nakin û Quds paytexta temamê Fîlîstînê ye. Ferdên ummetê bi qasî ku xwe difikirin divê birayên xwe jî bifikirin.”(ÎLKHA)