Yapicioglu: Ji xeynî wehdetê çareya me tuneye
Ji bo biryara Amerîkaya îşxalker bê protestokirin li Diyarbekrê ji teref HUDA PARê ve mîtîngek bi navê “Em li Qudsê Xwedî Derdikevin” hat lidarxistin û bi sed hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.
Piştî Serokê Amerîkaya Emperyalîst Donald Trûmp qaşo Quds wek “Paytext”a sîyonîstan îlan kir li temamê alema Îslamê nerazîbûn hatin nîşandan û protesto hatin lidarxistin. Li Diyarbekrê ji teref HUDA PARê ve li Qada Îstasyonê bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” mîtîngek hat lidarxistin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû di mîtîngê de xîtabî bi sed hezaran kesan kir û behsa girîngîya yekîtî û biratîyê kir û got: “Rêya xelasîyê di biratiyê de derbas dibe.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû digel dengên tekbîran derket ser platformê û xîtabî gel kir û gelên Diyarbekiyê wek Evîndarên Pêxember da naskirin.
Dem bi dem axaftina Yapicioglû bi sloganên wek Îman, Cîhad û Şehadet hat qutkirin û wisa got: “Îro em ji Diyarbekirê, ji Amedê ji Qada Îstasyona ku berî niha bi çendîn caran bernameyên bibîranîna Resûlê Xweda hatiye li darxistin wek nevîyê Selahaddînê Eyyûbî em silavan dişînin Qudsê.”
“Piştî biryara Serokê Amerîka ya bêoxir 3 hezar birayên me birîndar bûn, ji vir silav li wan be”
Zekerîya Yapicioglû bi bîr xist ku Quds qibla Mislimanan a ewil e û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Ew Qudsa ku ji du qibleya Mislimanan a yekem e, ji Mescîdên li ser rûyê erdê hatiye înşakirin ya dudan, Mescîdî Aqsa piştî Mekke û Medînê miqedesa Îslamê ya sêyemîn e. Em ji herema Îslamê ya pêncemîn ji Diyarbekirê silavan dişînin. Quds di sala 1381ê di dewra Hz. Omer dê ji teref artêşên Îslamê ve hat fetihkirin. Piştî fetha Qudsê 3 salan di dewra Hz. Omer de Diyarbekir hat fethkirin, ji Diyarbekirê silav li Qudsê be. Silav li birayên me yên ku li dora Qudsê nobetê digrin. Piştî biryara serokê Amerîka ya bêoxir 3 hezar birayên me birîndar bûn, ji vir silav li wan be. Silav li ser birayên me yên di vê oxirê de şehîd bûne û silav li ser birayê me Şehîd Îbrahîm Sureyyayê ku berî vê 8-9 salan her dû çîmê xwe li pêşîya xwe şehîd şandibû.”
“Bi izna Xweda bi xêra berxwedana ewladê umetê wê negihêjin aramancên xwe”
Yapicioglu îfade kir ku piştî Quds 80 salî di bîn îşxala xaçperestan de ma Selahaddînê Eyyûbî ew rizgar kir û îro ez ji hizûra nevîyê Selahaddîn bangî dinyayê dikim û wisa got: “Em wek nevîyê Selahaddînî Eyyûbî ji vir bangî dost û dijminan dikim. Piştî Qudus cara duyemîn hat îşxalkirin yanî 100 sal berê di sala 1917an de ji teref îngîlîzan hat îşxalkirin û lewitandin. Erdên Fîlîstînê hatin îşxalkirin. Piştî vê tam 50 sal berê di sala 1967an de rojhilata Qudsê ji teref sîyonîstan ve hat îşxalkirin. Wê rojê sîyonîstan Quds wek paytextê xwe yê nayê cudakirin û ebedî îlan kirin. Bi îzne Xweda û bi xêra berxwedana ewladê vê umeta ezîz evê pêk neanîn û wê neghêjin aramancên xwe.”
“Lewra em ji hev ketin û bi hev ketin”
Yapicioglû bal kişand ser ji hevketina umetê û got: “Lazim e niha em hebkî bifikirin. Qudsa Şerîfa ji sala 1967an de din îşxalêde ye û berî niha Kongreya Amerîka paytext îlan kiribû çima niha biryara neqilkirina balyozxaneya xwe girt? Çima îro? Lewra em ji hev ketine û em bi hev ketine. Hun carekê li erdingarîya umetê dinêrin? Xerîte têra Mislimanan nake. Di nav vê xerîteya mezin de ji bo em bibînin me mercek daye ser wî cîyê sor. Binêrin wira cîyê ji teref sîyonîstan ve hatîye îşxalkirin yanî erdên Fîlîstînê ye. Hejmara Mislimanan ji mîlyar û nîvekê zêdetir e yanî em ji Cihûyan 100 qatî zêdetirin. Erdên me ji ciyên wan îşxal kiriye 100 qatî zêdetire. Lê belê di gel van teva çima îro em di vî halî de ne. Çima ew ewqas bi curetkar in?”
Yapicioglû peyva Fatîhê Qudsê Selahaddînê Eyyûbî ya navdar bi bîr xist û got: “Kesên bi dostên xwe dikevin nikarin bi dijminên xwe re herbê bikin. Ji xwe mesele jî ev e ku sîyonîst ew qas curetkar dibin. Ji ber vê yekê digel hejmara me ewqas zêdeye li birayên me zilim dikin. Di heqê me de biryaran digrin, biryara înşa kirina ciyê nû digrin û dema birayên me şehîd dikin ew qas bêperwan in. Çimkî halê me yê ku em ji bo Xwedê wan bisekinînin tineye. Lewra em bi hev dikevin û bê qewet dibin.”
“Paytextê Fîlîstînê yekser Quds e”
Yapicioglû bahsa Zîrveya Derasayî ya Serokên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê (ÎÎT) kir û wisa dewam kir: “Teşkîlata Hevkarîya Îslamê (ÎÎT) ji ber vê yekê biryara civîna derasayî girt. Roja çarşemê dema komcivîn dihat kirin gotina min ji wan re qaşo hin dewletên Îslamê bi dewletên qoalîsyonê re Yemen bobebaran dikirin. Ger hûn li birayên xwe ên ku li Rojhilata Gûtayê ji birçîna bê hal ketine alîkarîyê nekin, hûn li Yemenê li zarokên Îslamê yên ku ji birçîna çermên wan bi hestîyê wan ve zeliqîye alîkarîyê nekin hûnê nikaribin ji bo Qudsê jî tiştekî bikin. Ev ne ji qeweta wan e, ev ji belawelabûna me ye. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê (ÎÎT) roja çarşemê kom bû. Hin biryar girtin. Hin biryarên wan helbet di cî de bûn. Bangî temamê dinyayê kirin û gotin Fîlîstînê wek dewletê nas bikin. Dewleta Fîlîstînê ya kû Paytextê wê wek Qudsa Rojhelat nas bikin. Bangî Neteweyên Yekbûyî (BM) kirin û gotin; ‘Eger Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) wezîfa xwe neke, em amaden in ku bangî Konseya Ewlehiyê ji bo komcivînê bikin. Em vê biryara Amerîka girtiyê ne meşrû bibînin û qebûl nakin.’ Ev tev pêşketinên xweş in. Helbet Teşkîlata Hevkarîya Îslamê (ÎÎT) ji bo mijara Qudsê kom bû, ev bi serê xwe tiştekî xweş e. Biryarên ji wir derket her çiqas bibêjin ‘dewleta paytexta wê Quds e’ jî di metna ku dan çapamenîyê de dibêje dewleta paytextê wê Qudsa Rojhelat e. Em jî dibêjin ku; paytextê Qudsê ne Qudsa Rojhilat, temamê Qudsê ye. Heke hûn îro Rojavayê Qudsê ji sîyonîstan re terk bikin sibê hûn ê nikaribin li paytextên xwe jî xwedî derkevin.”
“Heke em dixwazin Amerîka qehr bibe lazim e em bibin yek”
Dema ji nav qalabalixê siloganên “qahr bibe îsraîl”bilind bûn Yapicioglû îfade kir ku “heger em dixwazin Amerîka qehr bibe lazim e em bibin yek” û wiha dewam kir: “Pêwiste em bibin kulmek da ku sîyonîzm xira bibe. Li vir birayên min ên endamê çapemenîyê hen e, ez bi rêya wan bang dikim; heger hûn ji bo birayên me ên Fîlîstînî yên ku erdên wan ji teref sîyonîstan ve hatine îşxalkirin dema li hember sîyonîstan derdikevin û sîyonîst êrîşî wan dikin hûn dibêjin “midaxele” û dema bi fîşekên heqîqî êrîşî birayên wê yên Fîlîstînî dikin hûn dibêjin “hêza bêrêje” wê çaxê hûn nizanin bê hûn dibêjin çi. Heke hûn dizanin û bi zanebûn van tabîran bi kar tînin xwelî li serê we be. Birayên me yên li wir ji bê kesî û neçarî tenê bi keviran micadele dikin, hun li vir ketin gengeşiyê bê fîşekê sîyonîstan, bera birayên we dane bê plastîke an fîşeka raste? Heger hûn berxwedana însanên welatên wan hatine îşxalkirin meşrû nebînin û hûn îşxalkeran meşrû bibinîn ez ditirsim gavek din piştî veya hûn ê kesên berxwedanê dikin wek terorîstan îlan bikin.”
“Kesên ji rê derketiye û xurufî ye hûn in”
Yapicioglû bal kişand ser fetwaya miftiyê Siûdî û got: “Miftiyek derket û got derketina li hember îsraîl ne caîz e. Roja ew fetwa îlan kirin me got û em careke din ji Diyarbekrê dibêjin; heke hûn ewladê umeta bi îzet, mîrasa Mislimanan û Selahaddînê Eyyûbî û parastina emanetê pêxemberê me (r.x.l) wek terorîstîyê bibînin hûn hebûn û meşrûtîyeta xwe înkar dikin. Kesên ji rê derketî hûn in û kesên xurufandî jî hûn in. Ey dinya azad! Ez bangî kesên ku koletîya sîyonîzmê red û înkar dikin re dikim. Sîyonîzmê nas bikin. Binêrin bê sîyonîzm çî ye û wan baş fêm bikin. Sîyonîzm nijadperestîye hem jî nijadperestîyek bi qirêj e. Lewra sîyonîzm her kesî ji xwe re wek kole dibîne. Hun nikarin bawerîya wan biguherîn in. Sîyonîst ji kesên ne Cihû re dibêjin ûmemî. Yanî ji xeynî Cihûyan temamê qewmên dinê ji xwe re wek merkeban dibînin. Niha em bangî kesên dixwazin bi wan re pêwendîyan bikin û têkiliyên xwe pêşve bibin dikin; heke hûn koletîya ji wan ra qebûl dikin nesekinin! Biçin dawa xwedîyê xwe maç bikin. Heger hûn bawer dikin ku hûn kerên ji bo benî îsraîl li we siwar bin qebûl dikin biçin û ji xwere kurtanekî biecibînin. Ey birayên min yên Misliman, ey umeta Îslamê! Em jî dibêjin; pêwendî û têkiliya herî baş ya ku wê bi sîyonîzmê re bê kirin; heta ew nikaribin êdî li ser rûyê erdê fitne û fesadîyê bikin, heta ji ziletê re serê xwe bitewînin li hember wan bi şidet bin û qet tawîzê nedin.”
“Ji ber em ji edaletê dûr ketin em bi hev ketin”
Yapicioglû di berdewama axaftina xwe de got: “Gotin herba Îslamê bi Îslamê re ye. Berya niha ordîyê xwe dişandin û bi me re herb dikirin. Em şehîd dibûn. Lê belê ew jî dihatin kuştin. Niha rehetîya vî îşî dîtîn. Me bi hev dide kuştin. Edî ew nayên kuştin. Li ser van teva ew sîlehan difroşin me û pera qezenc dikin. Ey umeta Îslamê! Êdî ji vê xewa xefletê hişyar bibin. Bes hevdû bikûjin dev ji kîn û nefreta li hember hev berdin. Ma prssgirêkê me tineye? Em mecbûr in pirsgirêkên xwe di bingeha edaletê de çareser bikin. Ger em ji bo wehdeta Îslamê bixebitin wê çaxê wê serê xwe ji bo me bitewînin. Çare wehdet e. Girtina bi bendê Xweda yê. Çarê yekîtîye, biratî ye. Pêwistîya biratîyê jî edalet e. Ji ber ku em ji edaletê dûr ketin em bi hev ketin. Me dewlemendîya biratîya mîlyon û nêvekê ji bîr kir û me çav bera malê birayên xwe dan. Me got em ê li hêla hêzên bi qûwet cîh bigrin û li hêla cendirmeyê dinyayê cîh bigrin û ji bo ji me re bêje aferîm me birayên xwe kirin hedef. Lê belê ji yekîtîyê zêdetir tu qewet û hêz tineye. Me qeweta xwe ya wek yekîtîyê wenda kir.”
Yapicioglû bahsa xelasîya ji vê dirûmê umetê kir û wiha got:
Ez bangî rêvebirên dewletên Îslamê dikim,
Bila yekem armanca we edalet be. Li hember birayên xwe bi edalet bin. Lazim e hûn li hember neyarên xwe jî bi edalet bin.
Ey ew kesên dewletên Îslamê îdare dikin! Dev ji naskirina şebeka terorê wek dewletê berdin. Ger hebe pêwendîyê we çi leşkerî û bazirganî tevan qut bikin.
Heke li dewletên we siyonîstên ku li ser wan navên dîplomatîk hebin di cî de wan dersînor bikin. Ger hebe ji bo we temsîl bikin sefîr an qonsolosên we hebin di cî de bangî wan kin û wan paşve bikşînin.
Ey desthilat û rêvebirên dewletên Îslamê! Eva ku bi rengê kesk hatîye boyaxkirin tev dewletên Îslamê ne, seha xwe ya asîmanî ji temamê teyareyên diçin û tên re bigrin.
Di qanûnên dewletên xwe de guherandinan bikin. Terorîzmê ji bo vê şîrove bikin. Di qanûnê xwe de binivîsîn ku sîyonîzm rêxistina terorî ya herî tehlûke ye. Bila ew pêl erdên we nekin û erdên we qirêj nekin.
Pirsgirêkên di navbeyna xwe de di temela edaletê de çareser bikin û yekîtîya Îslamê têxin rojeva xwe.
Belê em ê çi bikin? Em ji rêvebiran van tiştan dixwazin. Em gel in, em umet in. Em li ser navê gel van tiştan ji wan dixwazin. Em bangî gelên Misliman û umeta Îslamê dikin. Em bangî STKyên wan û partîyên wan yên sîyasî dikin;
Tenê bi acizkirin û qîre qîrê tiştek çareser nabe. Em pir qîrîyan, em pir qeherîn. Lê belê ji derdê me re nebû çare. Wê çaxê ji bo em dirûma heye biguherînin li çareserîya bigerin. Pêwîst e em veya têxên rojeva xwe ya sereke. Projeyên xwe têxin holê. Hêvîdar bin. Samîmî bin. Ciwanno! Zêde zêde bixweynin. Proje û ramanên xwe têxin holê û amadehîyan bikin. Pêşî xwe bi xwe bidin bawerkirin ku nifûsa sîyonîstan a li wê derê ne ji sedî yek e.
Xaçperestan Quds 88 salan îşgal kirin. Îşxala niha 100 salî dewam kir. Ma ne bes e? Berya Selahaddînê Eyyûbî Qudsê feth bike 5 sal berê Diyarbekir zî°aret kir. Li Diyarbekirê jinên Diyarbekirî ji Selahaddînê Eyyûbî re gotin; emanetekî me heye. Em dixwazin vî emanetî bidin te. Tê karibe vê bighîne ciyê wê? Gotin dema Mescîdî Aqsa bê rizgarkirin ji bo pê bê şuştin me ava gulan amade kiriye. Ew dan Selahaddînê Eyyûbî. Selahaddînê Eyyûbî wê ava gulan girt. Piştî 5 sal paşê Qudus azad kir bi wê avê Mescîdî Aqsa da şuştin.
Ey xuşkên me gotina min ya dawî ji we re ye. Di baxçên xwe de gula biçînin. Bi îzna Xweda azadiya Qudsê nêzîk bûye. Bi îzna Xwedê em ê dîsa bi ava gulan Qudsê bişon. (ÎLKHA)