Weqfa Yetîman bo Arakanîyan alîkarîyên xwe didomîne
Xebatên alîkarîyê yên Weqfa Yetîman bo Mislimanên Arakanî bênavber berdewam dikin.
Weqfa Yetîman a ku berî niha di bergeha xebata ku dabû destpêkirin de ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê revîyabûn û li kampên penaberan ên li ser sînora Bangledeşê bi cî bûbûn re alîkarîyên mîna xurek, erzaq, cil û bîrên avê kiribû bênavber xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Weqfa Yetîman vêcarê jî bo Mislimanên Arakanî heta salekî dê her roj ji 500 kesan re xwarina germ belav bike.
Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl derbarê xebatên alîkarîyê yên ku tên kirin de agahîyan da û destnîşan kir ew ê xebatên xwe yên alîkarîyê li gor qeweta xwe bidomînin.
Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir bo ev alîkarî bên kirin pêdîvî bi alîkarîya kesên xêrxwaz heye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li benda destek û alîkarîyên kesên xêrxwaz in. Kesên ku îro vê destekê didin me dê sibe muheqqeq Xweda mukafata wan bide. Em ê bi izna Xwedê heta salekî hewil bidin da ku her roj xwarina germ li Mislimanên Arakanî belav bikin. Xeyret ji me tewfîq ji Xweda.”(ÎLKHA)