Yusufî Zulkuf Yuce beşdarî tazîya dayika xwe bû
Yusufî Zulkuf Yuceyê ku ev 18 sal e bi kumpas û komployên FETO û 28ê Sibatê di girtîgehê de tê girtin beşdarî tazîyeya dêya xwe ya ku wefat kir bû. Yusufî Zulkuf Yuce bi destûra îdarevanê girtîgehê li Yuregira Edenê beşdarî tazîyeya dêya xwe bû.
Yuce di tazîyê de xitabî kesên ku beşdarî tazîyê bûne kir û diyar kir ew ji Xwedê hatine û ew ê vegerin Xwedê û di dema musîbetê de sebir muhîm e.
Yuce di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê dawetvanên Îslamê ji temamê zehmetîyan re amade bibin û destnîşan kir kes encax bi feraxata ji hezkirîyên xwe dikare bigihije armancên xwe.
Yuce di berdewama axavtina xwe de diyar kir rojekê temamê heyberên jîndar biçin hizûra Xwedê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku Xweda zarok dike nesîbê me em kêfxweş dibin. Ê ku dide Xweda ye û yê ku distîne jî Xweda ye. Dema ku xwedîyê emanetê emaneta xwe ji me xwest em nikarin bibêjin na. Ji ber vê yekê sepaneke vê heye. Hinek tişt bi gotinê nabe. Doza me dema ku wextê wê tê birayên me ji me distîne, carinan dê û bavên me û carinan jî hezkirîyên me ji me distîne.Mirov bi feraxata ji hezkirîyên xwe dikare bigihije armancên xwe. Ger şert û merc dayîna bedelê be em amade ne bo hemû kesan bedelê bidin, bes bila birayên me rihet bin û yek û digelhev bin. Li hember we çi bê kirin bila bê kirin bavêjin nava xwe û bi însanan re muhabbet û hezkirinê parve bikin.”
“A muhîm di wextê musîbetê de sebir e, dû re hemû kes dikare sebir bike”
Yuceyê ku di berdewama axavtina xwe de got “Xweda vî dînê xweşik daye we û bona we pêxemberekî wisa wek qasid şandiye û van xweşikayîyan anîye hetanî ber piyên we” dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta îro kitêba me û ew berhemên ku aliman nivîsandine gihaştine me û dînê me ew qas hatiye hêsankirin ku divê em vî dînê ku hatiye hêsankirin bibin însanan û ji wan re bibêjin. Ger em teblîxvan bin divê em ji temamê musîb û bela û zehmetîyan re amade bin. Rojên wisa bo sebrê ne. Em ji Xwedê hatin û em ê vegerin Xwedê. A muhîm di wextê musîbetê de sebir e, dû re hemû kes dikare sebir bike. Sabira herî baş a di dema musîbetê de ye. Ji ber ku me jî di dema musîbetê de mezinên xwe yên mîna we ji ber ku li vê derê dît hemd ji Xwedê re, em kêfxweş in.” EM hêvî dikin ku hûn dia bikin.”(ÎLKHA)