Qetlîamên artêşa Myanmar ên li hember Mislimanan berdewam in
Artêşa Myanmara Budîst li hember Mislimanên ku li parêzgeha Kaçîna bakurê Myanmarê dijîn berdewam dikin.
Hat ragihandin çeteyên budîst û artêşa Myanmar piştî qetlîamên ku li Arakanê kirin re vêcar jî li li hember Mislimanên ku li parêzgeha Kaçîna bakurê Myanmarê dijîn êrîş dane destpêkirin.
Li gor Neteweyên Yekbûyî di pevçûnên ku di navbera Mislimanan û artêşa budîst a Myanmarê derketine de nêzî 10 hezar kesan li parêzgeha Kaçînê ji cihê xwe bûne. Tê diyarkirin artêşa Myanmarê dixwaze ku mîna qetlîam û talana li Arakanê li Kaçînê bi xwe jî bike. Zau Rawê Serokê Komîteya Eyaleta Kaçînê di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir “Ev şer bo em ji holê bên rakirin û bên qirkirin hatiye destpêkirin. Hikûmet hewil dide ku jiyana siwîlên ku li herêmê dijîn bê nebaşkirin. Li herêmê her ku diçe rewş di warê xurekê de zehmet dibe.”
Rayedarên xwecih derbarê mijarê de diyar kirin heta niha 120 hezar li Kaçîn û Şanê mecbûr mane ku malên xwe terk bikin û pêdîvî heye ku ji van re alîkarî bê kirin. (ÎLKHA)