Gotinên Nesrûllah
“Li Bûrmayê Qetlîam Tên Kirin, Çima Deng Ji Alema Îslamê Nayê?”
Serekê hereketa Hîzbûllah ya Lubnanê Seyyîd Hesen Nesrûllah, bi sîstema vîdyokonferansê beşdarî mîtînga Beyrûtê bû. Mîtînga ku der barê Roja Şehîd de li Beyrûtê hat li dar xistin, Bi sîstema vîdyokonferansê Seyyîd Nesrûllah xîtabî millet kir. Nesrûllah îfade kir ku alema Îslamê li ber qetlîamkirina muslumanên Bûrmayê hê jî bêdeng e.
Mîtîng di salvegera şehadeta Ehmed Qasîr de hat lidarxistin. Seyyîd Nesrûllah li ser êrîşên rejîma siyonîst yên li Ğezzeyê û li Sûdanê jî wiha got “Ka yekîtiya Ereban li ku re? Ka teşkîlata Îslamî? Îro tiştên li Ğezzeyê diqewimin, ji bo welatên bihara Ereban îmtîhanek dijwar e. Hereketên Îslamî yên doza azadiyê dikin, li ber vê neheqiyê gelo ewê çi tewr û şêlê nîşan bidin? Gava ku siyonîst Îsraîl, êrîşî Sûdanê kir, yekîtiya Ereban li ku derê bû? Teşkîlata dewletên Yekbuyî li ku derê bû? Çima cewab nedan Îsraîl? Her roj xeberên qetlîamkirina muslumanan Burmayê tên diyar kirin. Alema Îslam û Ereban ka li ku derê ne? Emrîka ji xelkê musluman ditirsin, ji îdarevanên welatên muslumanan natirsin.”
Wekî tê zanîn mucahîd Ehmed Qasir, di 11ê Mijdara 1982an de, li başûrê Lubnanê operasyona şehadetê li yekîneyê eskeriya Îsraîl rast kiribû û baregeh û qarargeha siyonîst belawela kiribû. Di operasyonê de 89 eskerên Îsraîl hatibûn kuştin, 86 esker jî birîndar bûbûn. (www.bangaheq.net)