Erdoğan Li Ser Rojevê Cewabê Pirsên Qezetevanan Dan
Serekwezîr Tayyîb Erdoğan ji zîrweya D-8an vegeriya. Di vegerê de di teyarê de li ser rojevê cewabê pirsên qezetevanan da.
Serekwezîr Tayyîb Erdoğan ji zîrweya D-8an vegeriya. Di vegerê de di teyarê de li ser rojevê cewabê pirsên qezetevanan da. Ji bo agirbestiya Ğezzeyê wiha got “Heta ku Îsraîl agirbestiyê neşikîne, ez bawer nakim ku Hamas agirbestiyê bişkîne. Dibe ku heman herim Ğezzeyê. Di qirîza Îsraîl û Fîlîstînê de, em ji Obama şêlek adil hêvî dikin. Lê îdara Emrîka di mesela Sûriyê de tewrek cîddî nîşan nedaye. Em destvala nasekinin. Divê alema Îslamê karê xwe bike.”
Teyyîb Erdoğan ji bo patriyotan wiha îfade kir “Fuzeyên patriyotê, ji bo parastinê ne. Rûsya ji vê teşebusa Tirkiyê endîşe dike. Rûsya mijarê ku wê eleqe nake, mîna mesela navxwe nîşan dide.”
Erdoğan li ser mesela PKKê jî dîsa gotina xwe ya ku devberdana sîlehan anîn ziman û wiha got “Çare ne sekinandina silehan e, çare devberdana ji sîlehan e. Kengî sîleh berdan, dikarin herin welatekî din. Emê jî pêşiya vêya vekin.” www.bangaheq.net