Beyanên Seyyîd Elî Xamaney
Rehberê Inqilaba Îslamiya Îranê Seyyîd Elî Xamaney, ji xelkê Tebrîzê re xeber da. Di xeberdana xwe de, zilam û rayedarên Emrîka tenkît kir.
Rehberê Inqilaba Îslamiya Îranê Seyyîd Elî Xamaney, ji xelkê Tebrîzê re xeber da. Di xeberdana xwe de, zilam û rayedarên Emrîka tenkît kir. Ayetûllah Xamaney wiha got “Emrîkî dixwazin, kesên ne Emrîkî xwe ji teleb û zorbatiyên wan re bitewînin. Hinek mezin û serekên hinek dewletan, serê xwe ji xwestekên Emrîka re xwar dikin. Feqet Îran û xelkê Îranê, xwe ji Emrîka re tu car natewîne. Cimhûriyeta îranê xwedî delîl û mantiqê ye. Ev jî qabiliyet û hêz e. Ji lew Îran, gotin û tevgerên bê mantiq qebûl nake. Zilam û rayedarên Emrîka û fikr û tevgerînên wan bê mantiq in.”
Seyyîd Elî Xamaney, di dewama xeberdana xwe de wiha got “Emrîka îddîa dike ku, rêz û hurmetê nîşanî heqên însana dide. Ev îddîa di pratîkê de ne wisa ye. Ji Gûantanamoyê heta Ebû Ğûreyba Iraqê, tev îddîa Emrîka derew derdixin. Li Pakîstan û Efğanîstan û li hinek welatên din, ji teref Emrîka kuştina sivîlan, teyarên bê însan yên Emrîka, tev nîşan didin ku Emrîka heqên însana îhlal dike.”(bangaheq.net)