Tepkiyên Li Ber Karnavalê
Berî niha di navbera 13 û 17ê Nîsanê de li Seyhana navçeya Edenê, karnavala çîçeka portakalê hatibû rastkirin.
Feqet millet û saziyên sivîl îfade dikin ku, karnaval ne li gorî exlaq û kultura Îslam û civatê ye. Ji ber vê yekê jî, tepkiyên xwe nîşan didin.
Li Edenê hinek saziyên sivîl, li ber vê organîzasyona ji terbiya milletê dûr, tepkî nîşan dan. Di nav van saziyan de Gokkuşaği, Ulfet, Yedî Başak, Rîbat, Adyar, Dosteller, Cemiyeta Şefkatlieller, Ozgur-Der, Heda Der, Weqfa Qelemê jî hebûn. 20 temsîlkarên van saziyan, serekê belediya Seyhanê Azîm Ozturkê, di meqamê wî de ziyaret kir. Wekî tê zanîn yêk ji saziyên organîzatoriya karnavalê belediya Seyhanê ye.
Temsîlkaran ji serekê belediyê re beyan kirin ku, karnavala han ji urf û adetên rojavayê ye. Xebatek ji bo îfsada civata musluman e û ji lew ji aktîvîteyên wiha nerihet dibin. (Bangaheq)