Li Erîtreyê Skandala Îşkenceyê
Rêxistina ‘Efwê a Navnetewî, diyar kir ku li Erîtreyê bi hezaran mehkûmên siyasî di bin mercên giran de li hepsan heyata xwe didomînin.
Rêxistina ‘Efwê a Navnetewî, diyar kir ku li Erîtreyê bi hezaran mehkûmên siyasî di bin mercên giran de li hepsan heyata xwe didomînin. Hat beyan kirin ku ev 20 sale îqtîdara Îsaîas Afewerkî didome û di dema wî de ji 10 hezar mehkûmên ku hatine girtin kes nehatiye berdan.
Di beyanata Rêxistina ‘Efwê de hat beyan kirin ku di nava van girtiyan de qezetevan jî hene û pirê van girtiyan muxalifên hukumetê ne. Digel vê malbatên kesên girtî nizanin ku merivên wan li kûderê têne girtin.
Wezîfedarê Rêxistinê yê Erître Claîre Beston got: “Hukumet bi qest û kêfî, bi awayekî sîstematîk muxalifên rejima xwe digre û bi vî awayî wan bê deng dike. Hukumet nahêle ku fikrên cuda hebin. Erître pey serxwebûna xwe bidestxist bû ji rejimên herî zalim li hember gelê xwe.”
Rêxistinê dîsa beyan kir ku: “Di hepsên Erîtreyê de îşkence û te’da li mehkûman karekî ‘adî ye û gelek belav e.” Li hember vê rapora Rêxistina ‘Efwê hê ji hukumeta Erître tu tepkî bersiv nehatine.
Dîsa di rapora han de tê gotin ku: “Van mehkûman di ciyên binî erdê de, di konteynirên ser avê de tên girtin.”
Erître di sala 1993êyê de bi referandûmê ji Etiyopya qetiya. Bi hezaran mehkûm vêgavê di hepsê Erître de hene û sucê yek ji van mehkûman dahî nehatiye îspat kirin. (BANGAHEQ)