Tepkiya Sahabe-Derê
Li Diyarbekirê Belediya Sûrê ya BDPê li hinek kuçan navên dêr û nivîskarên Ermenî danîbûn.
Ji ber vê yekê millet bi tepkî ne. Tepkiyek jî ji komela Sahabe-Derê hat. Serekê komelê Faysal Yildiz da zanîn ku belediya Sûrê ya BDPê guhnade baweriyên milletê musluman.
Faysal Yildiz weha got “Bajarê Diyarbekir di nav alemê Îslamê de, bi sahabe û pêxemberan navdar e. Belediya Sûrê ya BDPê li van kuçan navên sahabe û pêxemberan danayne, radibe navên dêr û nivîskarên Ermeniyan datîne. Divê belediye li dijî baweriyên milletê musluman tevneger e.”(Bangaheq)