Li Araqanê Cîhad
Li rojavayê Bûrmayê Bûdîstên hov û har, êrîşên pir giran biribûn ser mislumanên Araqanê
Êrîş bi navê paqijiya etnîkî hatibû binavkirin. Di hadîseyên wehşiyane de gelek mal hatibûn şewitandin. 100 hezar misluman bê mal mabûn. Hinek kes tevî malên xwe hatibûn şewitandin. Zêdetirî hezar misluman hatibûn qetilkirin, 150 hezar misluman jî mecbûr bûbûn ku hîcretî derve bikin.
Li ser vê rewşa ğeddar, alimên Endonezyayê gazîya cîhadê kirin. Aliman wiha digotin “Mislumanên Araqanê zulmên giran dibînin. Micahîd hazirin ku li Araqanê cîhadê bikin. Niha li Araqanê tek tiştê ku misluman bikin, cîhada di riya Xwedê de ye.” Mislumanên Araqanê ji bo cîhadê yekîne avakirin. Vîdeoyên wan yên ewilî hatin weşandin.
Mislumanên Rohîngyayê bi vîdeoyekê ya ku di meha Adara borî de hatiye kişandin de gazî mislumanê dinyayê kir. Di vîdeoyê de dîmenên perwerdeyê jî hene. Bangaheq