Li Bûrmayê Wehşet Didome
Li Bûrmayê çeteyên Bûdîst zulm û qetlîamên xwe dewam dikin. Dîsa Bûdîstên hov û har malên mislumanan şewitandin. Dinya jî dîsa tenê lê temaşe dike
Hadîse li bakurê rojavayê welêt qewimî. Çeteyên Bûdîstên wehşî gelek mal û kargehên mislumanan şewitandin. Di hadîseyan de kesê birîndar û kuştî tune ye.
Heta niha ji ber zulm û qetlîaman zêdetirî hezar misluman hatine qetilkirin, zêdetirî 100 hezar misluman jî ji war û welatê xwe derketine. Kesên mihacir û miltecî, di qempên milteciyan de di bin şertên giran de li ber kêmasiya ğida, ava paqij û xizmeta sihhetê dijîn.
Qetlîam di 3ê Hezîranê de li paytext Akyabê ji aliyê Bûdîstan ve, bi kuştina 10 mislumanan dest pê kiribû. Gava bi sedan misluman te’de û cînayetên han protesto kirin, ji aliyê polîs û fanatîkên Bûrmayê ve hatin qetlîamkirin. Zêdetirî 300 gundên mislumanan hatin şewitandin, zêdetirî hezar misluman hatin qetilkirin. Ji ber şewitandinê zêdetirî 90 hezar misluman jî bê mal man.(Bangaheq)