Lûtkeya G-20ê Dest Pê Kir
Lûtkeya G-20ê ya ku Rûsya seroktiya heyamê dike li Strelnaya bajaroka Petersbûrgê dest pê kir.
STRELNA - Lûtke du rojan dê dewam bike. Serokên 20 welatên pêşketî, reformên bacê di serî de gelek mijarên aboriyê dê binirxînin. Tê çaverêkirin ku mijara Sûriyê jî bi awayekî berfireh bê guftûgokirin.
Serokê Dewleta Rûsyayê, di têketina Qesra Konstantînovskiyê de, serokên 20 Dewletên Pêşveçûyî yek bi yek pêşwazî kirin. Bi vê pêşwaziyê bername jî bi awayekî fermî dest pê kir.
Lûtkeya G-20ê li Strelnaya ku 20 kîlometre ji navenda Petersbûrgê dûr e tê lidarxistin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo ku beşdarî lûtkeyê bibe, çû Qesra Konstantînovskiyê. Pûtîn, Serokwezîr Erdogan pêşwazî kir, destê hev girtin û paşî jî Erdogan derbasî avahiya ku dê rûniştinên G-20ê lê bên kirin, bû. (AA)