Bombe Avêtin Sahabe-Derê
Li Diyarbekirê komela belavakirin û jiyandana kultura sehabe, îlm û kultur û alîkarî û piştevaniyê Sahabe-Der, bi xebat û xizmetên xwe yên Îslamî tê zanîn û endamê platforma evîndarên pêxember e.
Li Diyarbekirê komela belavakirin û jiyandana kultura sehabe, îlm û kultur û alîkarî û piştevaniyê Sahabe-Der, bi xebat û xizmetên xwe yên Îslamî tê zanîn û endamê platforma evîndarên pêxember e.
Do bi şev şebeka provokator ya PKKê, bombe avêtin komela Sahabe-Derê. Di heyama hadîseyê de kes li komelê tune bû. Ji lew tiştek bi kesî nehat. Di hadîseyê de di serî de bînaya komelê, gelek mal û dikanên li hawêrdor xisar dîtin. Êrîşker pey bûyerê reviyan. Polîs li ser hadîseyê lêkolîn û lêpirsînek dest pê kir.
Li ser hadîseyê wezîfedarên komelê hatin lêkolîn kir, êrîşa xerab telîn û şermezar kir. Ehlê mehelê jî tepkî nîşan dan ku kesên wiha ji dîn û xizmetên Îslamî aciz qesta xerabiyê kirine.
Her wiha li ser hadîseyê li ber komelê beyanata medyayî hat lidarxistin. Gelek saziyên sivîl, wezîfedar û dildayên komelê û milletê aşiqê pêxember û sehabe, tevlî beyanata medyayî bûn. Millet bi tekbîr û sloganan êrîşa fîtnebazî telîn kir. Di xeberdanê de M. Nûr Guler îfade kir ku çeteyên han tehemmulî Îslam û miqeddasatên xelkê Kurd nakin. Eger çeteyên han, xêra hizûr û siberoja milletê kurd bixwestana, wanê êrîşên wiha fîtne û xerabiyê nekiribana. Her kes dizane ku milletê kurdê misluman, tu carî dev ji dîn û miqeddasatên xwe bernade û tu carî xwe li ber zordestî û zorbatiyan natewîne. Dîsa her kes dizane ku dijminantiya Îslam û mislumanan, feyde nedaye tu kesî û feydê nade van şebekeyên fîtnebaz û dijminê hizûr û siberoja xelkê Kurd jî. BANGAHEQ