Yetîm-Der û IHO-Ebrar ji Arakanî re xwarina germ belav kirin
Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ji wan Mislimanên Arakanî re xwarina germ belav kirin.
Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ji wan Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên hovane û wehşiyane yên artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîstan reviyane re alîkarî kirin û ji wan re xwarina germ belav kirin.
Weke ku tê zanîn ev demek dirêj e artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst êrîş dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên hovane û wehşiyane de bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin û bi sedhezaran Misliman jî war û welatên xwe ji naçarî terk kirin. Li gor agahiyên herî dawî hejmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîş û zilma çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê reviyane û xwe spartina kampên penaberan ên li Bangledeşê 500 hezaran derbas kiriye.
Alîkariyên ku berî niha ji bo Mislimanên Arakanî yên ku ku xwe spartine kampên Co’x Bazarê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ve hatibûn destpêkirin bênavber berdewam dikin.
Cahît Aktaşê temsîlkarê dildar ê Kolnê yê û Sedat Aktaşê temsîlkarê dildar ê Kanadayê yê Yetîm-Dera Ewrûpayê û her wiha Zilkif Bîldîrîciyê temsîlkarê dildar ê IHO-Ebrarê yên ku di konan de xebatên alîkariyê organîze dikirin diyar kirin ew ê bi saya alîkariya xêrxwazan dê zêdetir kesan re arîkarî bê kirin.
Arîkarê Serokê IHO EBRARê Zulkufl Bîldîrîcî yê ku di dema belavkirina alîkariyan hazir bû derbarê mijarê de wiha got: “Ev gezik nanê germ a ku em belav dikin dibe ku ji kokê problemên penaberan çareser neke, lê belê ji ber ku ew zanibin û hîs bikin ku ew ne tenê ne û em li ba wan in ev yek muhîm e.”
Li gor daxuyaniyên ku ji teref rayedarên tenduristiyê yên Bangledeşê ve hatine dayîn ji Mislimanên Arakanî yên ku derbasî Bangledeşê bûne 42 hezar û 541 kesên ku zarok in rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.(ÎLKHA)