Yetîm-Der û IHO-EBRAR ji Arakanî re alîkariya konan kir
Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ji wan Mislimanên Arakanî re alîkariya konan kirin.
Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ji wan Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên hovane û wehşiyane yên artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîstan reviyane re alîkariya xwe didomînin. Her du sazî vêcar ji Mislimanan re alîkariya konan kirin.
Weke ku tê zanîn ev demek dirêj e artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst êrîş dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên hovane û wehşiyane de bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin û bi sedhezaran Misliman jî war û welatên xwe ji naçarî terk kirin. Li gor agahiyên herî dawî hejmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîş û zilma çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê reviyane û xwe spartina kampên penaberan ên li Bangledeşê 500 hezaran derbas kiriye.
Ji bo Mislimanên Arakanî yên ku ku xwe spartine kampên Co’x Bazarê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ve ev demek dirêj e alîkariyên mîna cil û berg, xwarin û vexwarinê dihat kirin. Ev her du saziyên alîkariyê vêcarî jî ji Mislimanan re alîkariya konan kirin.
Mislimanên Arakanî yên ku ji wan re alîkarî hat kirin pir kêfxweş bûn û rûyên wan keniya.
Temsîlkarên Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê diyar kirin projeyên wan ên danîna konan berdewam dike. Arîkarê Serokê IHO-EBRARê Zulkuf Bîldîrîcî jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku ew Mislimanên Arakanî di van konên ku hatine şandin de bi cî dikin gelekî bextewar in.(ÎLKHA)