Mucahîdan Derbeyek Mezin Li Rûsan Xistin
Li Herêma Çeçenîstan a Kafkasya di navbera mucahîdên çeçen û Rûsan de şer qewimî. Di şerê qewimî de Rûsan gelek zayî’atek mezin dan.
Di beyanata malpera mucahîdan de tê gotin ku: “Sibeha Înê mucahîdên Çeçen nêzî gundê Bamûtê ‘eskerên Rûs xistine kemîna xwe û êrîş kirine. Di encama vê êrîşa mucahîdan de 38 ‘eskerên Rûs hatine kuştin û bi sedan terorîstên Rûs jî birîndar ketine.”
Li gor xebera han mucahîdan du ZPTê Rûs îmha kirine û zirareke mezin dana kamyonên ‘eskerî yên Rûsan. Digel vê du ‘eskerên Rûs jî esîr hatine girtin.
Hat beyan kirin ku mucahîdan dema êrîşê roket, tivingên otomatîk û tivingên piyada bikaranîne.
Rûsan pey êrîşa mucahîdan herêma han û daristanan dane per topan. Lê mucahîdan bê ku tu zayî’at bidin vegeriyane baregahên xwe. Hukumeta Rûsya di derbarê êrîşa han de hê tu beyanat nedaye. BANGAHEQ