Ziman Ji Delîlên Hebûna Xweda Ne
“وَمِنْ آَيَاتِهِ خَلْقُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافُ أَلْسِنَتِكُمْ وَأَلْوَانِكُمْ إِنَّ فِي ذَلِكَ لَآَيَاتٍ لِلْعَالِمِينَ”
“Û ji delîlên hebûna Xwedê ne afirandina asîmanan û erdê û cûdabûna ziman û rengên we. Bi rastî di viya de delîlên qudreta Xwedê hene ji kesên zana re.” (Rûm-22)
Dema tê gotin “Ziman” du tişt têne ber zihna mirov: Yek jê, ew kerîyê goşt e ku Xweda wî afirandiye di devê însan de û alet e ji bo peyvê û xwarinê û te’mê.
Ê diduya, şeklê peyvê ye ku her kesekî û her gel û qewmekî meramê xwe pê dide îfade kirin. Ew jî gelek celebê wî hene; wek Kurdî û ‘Erebî û Tirkî û Farisî û Îngilizî û wiha… Em li ser me’na diduya biseknin:
Di ayeta bihurî de Xweda Te’ala ferman dike ku; ziman nîşan û delîl e li ser hebûn û qudreta Xweda. Lewra însan tev ji dê û bavekî ne; tev zarokê Adem û Hewwa ne û digel vîqasî zimanê wan ji hev cuda ne; hinek ‘Erebî xeber didin, hinek bi Kurdî û hinek bi Farisî û hinek bi Tirkî û hinek wekî dî. Heta di her zimanekî de jî lehçe û zaravên gûnagûn hene û herkes ya xwe baş nasdike û hevnasî pê çêdibe. Hem rengê wan ji hev cuda ne; hinek sipî ne, hinek reş in, hinek zer in, hinek sor in, hinek esmer in û wekî dî. Vana tev bi me didin fêm kirin ku Xaliqek heye û tedbîr tev bi destê wî ne, ew jî Xaliqê kaînatê ye ku Allah e.
Hate zanîn ku ziman mexlûqê Xweda ye û Wî (c.c) ew afirandiye. Bi rastî her kesên jîr û xwedî ‘eqil dizane ku kî însan afirandibe û çêkiribe zimanê wî jî her çi dibe bila be wî afirandi ye. Ji ber vê yekê Resûlê Ekrem ferman kiriye ku: “Tu meznayîya yekî ‘Ereb li ser yekî ne ‘Ereb tune û meznaya yekî ne ‘Ereb jî li ser yekî ‘Ereb tune. Û meznaya yekî reş li ser yekî sipî tune û ya yekî sipî li ser yekî reş tune ji bil teqwayê.” (Mu’cem-ul Kebîr, Teberanî) Wê demê kî dibe bila bibe kesê ku zimanê xwe bike wesîla fexr û qurretiya ser gelan, çawa ku ji riya heq û rast, riya dînê Îslamê şaş bûye, her wiha ew ji xîzika ‘eqil jî şaş û dûr bûye. Lewra kesî bi kêfa xwe û bi zanebûn û hunera xwe zimanê xwe ne neqandiye. Çawa ku kes bi kêfa xwe nehatiye dinyayê û kesî bi kêfa xwe qewm û ‘eşîr û dê û bavê xwe ne neqandiye. Belkî vana tev bê pirsiyan hatine dayîn û tev nî’metên Xwedayê dilovan in li ser însan, da ku pê jiyana xwe bidomîne heta ku roja wî tê û derbasê ‘alema din dibe. Naxwe wekî ku Seydayê Mela Xelîlê Sêrtê ji kesê ku bi ‘ilmê xwe dipesine re gotiye: “Ji şola çûne tu çi ‘ucbê dikî/ Ji Xaliq nebêtin ne hedd e bikî…”
Em ji kesê ‘Irqperest û Zimanperest re dibêjin malê ku ne ê te ye tu çi pê dipesinî û xwe pê di ser kesan re dibînî, ji Xaliqê kaînatê Xwedayê Kerîm û Rehîm nebûna, ne heddê te bû ku bibûna xwedyê wî, wê demê ji kerr û lala ‘îbret bigre û bi wî zimanê ku daye te û te ji heywana cuda kiriye şukrê Rebbê xwe bike.
Piştî ku hate fêmkirin ziman bes celebê peyv û xeberdanê ye û xelata Xweda ye ji bo însanan, da ku pê meramê xwe bi hev bidin hînkirin û hevpeyvîn bikin, her wiha tê fêmkirin ku zimanê însan dînê wî nade xwiya kirin; mesela kesê ku bêje: “Îslam dînê ‘Ereba ye û Filletî dînê Îngiliza ye û Zerdûştî dînê Kurda ye û Agirperestî dînê ‘Ecema ye û Pûtperestî dînê Tirka ye…” Ev gotina wî ne rast e û di mîzêna heqqiyê de tu qîmet jê re tune. Lewra ku her zimanekî dînkî nîşan bide û her gelek dînekî wiyê xasê bi zimanê wî hebe, wê demê lazime ‘Ereb tev musulman bin û Kurd tev Zerdûştî bin, mesela ew nikaribin dînê xwe wergerînin. Lewra eslê ziman ji zikmakî ve tê dayîn û wergerandina wî ne mumkin e. Çawa kesê ‘Ereb nabe Tirk, kesê Kurd nabe ‘Ereb divê ku Kurdê Zerdûştî nebe musulman weya nebe Fille û nebe Êzidî û nebe Cihû. Hal ew e em dibînin çawa ku ‘Erebên Musulman hene ‘Erebên Fille û Cihû û Muşrîk jî hene; hem çawa ku Kurdên musulman hene û elhemdûlîllah pûrrayî de ne, hindik bin jî Kurdên Fille û Êzidî û Cihû jî hene, ku tune bin, Kurdên Zerdûştî tune ne. Lewra beriya niha bi deh- panzdeh salan navê Zerduşt di Kurdistanê de tunebû û kesî nizanibû Zerdûşt kî ye. Qey hatibû jibîrkirin?! Weya hinka bi zor dabû ji bîr kirin ji ber ku dînê Kurda ye? Ku rast be ji bo çi Êzidîtî nehatiye jibîr kirin. Naxwe gotina: “ Dînê Kurda Zerdûştî ye.” derewek zehf mezin e û bê bextî û îftîra ye li gelê Kurd. Gelê Kurdê bi rûmet… Bi ‘izzet… Bi şeref… Bi namûs û ğîretkêş divê ku viya qebûl neke ji wan kesên bê rûmetên ji şeref bê par.
Ev hebe desîseke şeytaniyên ğerbiyan û Cihûya ne li darxistine û cewrik û kudukên wan jî bikar tînin, da ku gelê Kurd ji dînê Îslama ‘Ezîz dûr bikin û wan bi rihet bikin kole û alet, di ‘emelên xwe û xwestek û fikrên xweyê qirêj û genî de bixebitînin.
Li alî dî Xwedayê mezin ferman kiriye ku: “Dîn li cem Xweda Îslam e.” (Al-î ‘Îmran-19) û ferman kiriye: “Kesê ku ji ğeyrî Îslamê dînekî din ji xwe re bineqîne, jê nayê qebûl kirin û ew di axretê de ji ehlê zirarê ye.” (Al-î Îmran-85) û ferman kiriye: “Gelî însana! ‘Îbadetê Rebbê xwe bikin ku we û wan kesên berya we afirandiye.” (Beqere-21) hem dema Adem xuliqandiye ji melaîketan re gotiye: “Ezê li ser ruyê erdê xelîfekî bixulqînim.” (Beqere-30) Ew Resûlê Ekrem jî gotiye: “Hun tev ji Adem in û Adem jî ji axê ye.” wê demê em însan çi Kurd, çi Tirk, çi ‘Ereb, çi Faris û çi wekî dî tev zarokên Adem in û Adem jî xelîfê Xweda ye û Pêxemberê Wî ye û musulman e. Lewra dîn li cem Xweda Îslam e. Naxwe dînê me Kurdan û dînê temamî însana di esil de Îslam e. Kesê ku ji Îslamê veqetiyabe eslê xwe înkar kiriye, riya bavê xwe nemeşandiye. Ew weledkî yûmî xayîn e, heqqê wî weke ku Xweda Te’ala ferman kiriye: “Di dinyayê de riswayî ye û di axretê de jî ‘ezabê dijwar e.” (Beqere-114)
Em hêvîdarin ji Rebbê ‘alemê ku me bigerîne ji wan kesên ku riya bavê xwe Adem neterikandine û doza Pêxemberan ‘Eleyhimusselam meşandine û li ser şopa Muhammed (Selat û Silavên Xweda Lê Bin) meşiyane. Amîn…
(Mela ‘Ebdulquddûs Hilmî Amidî / Bangaheq)