Hêvıya edaletê ya malbatên Yûsûfî
Bi salane di ‘îda de em li Batmanê malbatên mexdûr ziyaret dikin û ‘îda wan tebrîk dikin. Me vê ‘îdê jî ziyaretên xwe berdewam kir. Em çûn li malbatên Şehîd, girtî û Mûhacir bûn mêvan.
Di nav malbatên ku em ew ziyaret kirin de yek jê jî ‘Malbata Çelîk” bû. Ev malbat him Yûsûfî, him girtî û him jî mûhacire. Di sala 1992an de ji teref PKKê ve Şehîd Fexreddîn hat qetilkirin. Ji sala 1997an û pê de M. Şerîf ê yûsûfî di hepsê de girtî ye û ji sala 2007an û pê de M. Selîm Çelîkê ku ji welatê dûr li xerîbî û xurbetê li mûhaceratê…
Sê bira û sê mertebeyên biqîmet. Xweda ji kesên ev ‘ezîz gihandiye razîbe. Helbet piştî bedêlên giran ku li vê dinyayê di oxira dînê mûbîn de tê dayin wê li axretê ji teref Xwedê ve were mukafat û xelat kirin.
Ji daw û doza Îslamê re dayina bedêl hewceye. Kesên silametiya dozê û qezenckirina riza Îlahî kirine armanc û hedef, di îmtîhana dinyayê de ji bedel dayinê natirsin û xwe nadin paş. Ya herî muhîm jî wexta dûçarê bela û musîbetan dibe dizanin ku ji teref Xweda ve hatiye û bi exlaqekî xweş, sebr û tehemulê nîşan didin û ji der û dora xwe re dibine xweş mîsal û nimûne.
Malbata Çelîk jî yek ji wan malbatane ku di ber dînê Xweda de gelek bedêl dane. Yekî ji wan di oxira dawa Xwedê de şehîd ketiye, yek jê Yûsûfî û yek jê jî di vê rê de bûye mûhacir. Em muslimanê muxatabê kelamê Îlahî, xwe zevt nakin û xweziya xwe pê tînin!
Di heman ziyaretê xwe de me li derd û mexdûriyetên malbatên ku zarokên wan bê sûc û sebeb bi salane di hepsan de tên girtin guhdarî kir. Malbatên mexdûr li beda tecellîkirina edaletê ye. Ji Ak partiya ku di sala 2002an û pê de li ser îktîdarê ne diltengin. Gilî û gazinan dikin û dibêjin; digel ku desthilatdarî û quwet di mista wan de ye jî tu gav neavêtin ji bo edaletê.
Di vê bergehê de Rabîa Acara dêya Beşîr Acarê ku bi salane di hepsê de ye gelek manîdar peyivî û got: “Bi hêviya ku wê lawê min berdin min daîm ji îdarevan û rêvebiran re dûa kir. Min ray da wan. Lê êdî tehamula min nemaye. Ger ew dawî li vê zilmê neynin êdî ez ne ray didim wan û ne jî heqê xwe li wan helal dikim. Min heta îro dûa kir, heke dawî li vê zilmê neyê û çareseriyekê nebînin îcar ezê dest bi nifir û berdûa bikim!”
Gelek dayikên mîna Rabîa Acar heye. Ev malbatana, ev dayikên dilşewat şeva 15ê Temmûzê daketin meydana û darbe qewirandin nehiştin darbe biserkeve. Xussûsen jî piştî vê pêvajoyê û şûnde wexta ku qomplo û qumpasên FETO derketin rastê di warê gav avêtina ji bo edaletê hêvî û umîd gelekî zêde bûn. Dayikên çav bi hêsir li beda bidawî kirina vê zilm û neheqiyê ne.
Çi dixwazin ev malbatên mexdûr ma wun dizanin? Ji rêveberî û îdarê re nabêjin: “Me ‘efwû bikin me serbest berdin.” Bes tenê dibêjin ku: “Em ‘efwû naxwazin, tenê em edaletê dixwazin. Hakim û sewciyên ku ceza li zarokên me birîn, îro ji FETO hatine girtin. Em dixwazin ew qerarên ku wan hakim û sewciyana dane tune were hesibandin û zarokên me bi şiklek adîl ji nûve were darizandin.”
Çi talebek masûm. Feqet cewaba vê taleba masûm nayê dayin û di warê bicîhanîna edaletê de tu gav nayên avêtin. Wê bê bîra we Serokcumhûr Erdogan ev mijar anîbû rojevê û wiha gotibû: “Hinek hem welatiyên me henin bes belasebeb di hepisxaneyan de ev serê 5 salaye, 10 salaye û 15 salaye tên rizandin. Me di 15ê Temmûzê de fersenda ku em vana serast bikin û vê yekê çareser bikin dît.”
Ev beyanata Erdogan, ji bo dê û bav û malbatên ku zarokên wan bi daraz û mûhakemeya FETO bi qumpasan, bi îşkence û neheqî sûc avêtin ser wan û ceza lê hatibûn birîn, bû hêvî û umîda wê edalet pêk were. Lê belê nexasim piştî vê gotina xwe û pê de di vî warî de tu gav neavêt. Ji wan birayên me yên ku di hepsê de ne û mexdûrin gelekê wan bi nexweşiyên giran ketine û di vî halê dijwar de hêjî di hepsê de tên girtin.
Ev yek zilm e. tê hêvî û umîd kirin ku ji bo ev zilm û neheqî tavilê were bidawî kirin û mexdûriyet werin çareser kirin. Ger ev zilm û mexdûriyet neyê bidawî kirin wê gelek dayikên weka Rabîa Acar yên ku dûa dikin wê dûayên wan wergere nifir û berdûayê. Divê gavek berî gavekê ev zilm û mexdûriyet were bidawî kirin û tavilê edalet were tecellî kirin.
(M. ŞERÎF DÛRMAZ - DOGRÛHABER)