Xerîbîya Kurdan
Belê êdî ne bese zordarîya zordesta? ‘Heta kêngê dê bigrîn dayikên me? Qey ne bese çavşilîya dêyan?’Heta kîjan wextê qirîn u axînên bighên ‘ezmanan?Hêj ‘heta çi wextê ev tarîtî û bayê şevê ser meda dê agirê xwe pêt ke? Ev bêkesî û xwîn erzanî ‘heya çi demî wek ‘hutên afatê bidome? Her carîde hişbûn û deng ne derxistin…Em ne li benda merhameta dijminanin? Belê vayan ji alîyê me ve baş tê zanin ku zalim u mürted ne bi mer’hemetin? Ne xwedî insanîyetin?
Va nivisa min li ser du mesele û gelemşeyan e… A yekemîn revandina zarokên meyên hîn teze, serê çîya… A dudoyan kuştina zilamekî oldar û dîndar li Mêrdînê…Kuştina xale me'heme... Ev zilma li ser me Kurdan qey ne ğedare? Em Kurdên reben evqas nav êşan de qey ne bese ku bi fetisîn?
Belê raste di navbera tc u pkk da şer heye… Lê belê malname û fatura vê şerê çima li ser Kurdên feqîr tê birîn? pkk her çikas bê ez doza Kurdîtîyê dikim carna li ba me ne qewile… Belê ne pkk û ne şera wî, ji bo me heqe… Çima li ba me şerekî ne heqe emê vîya di niviseke din bi axifin inşallah… Hukûmat di bê wan zarana şunda bînin ,li alîyê din dayik û malbatên zaroka hember dezgeha bdp ê zarên xwe dixwazin… Û divê warîde pkk diyar dike û xwe diparêze û dibêje van berhema cenga derûnîye…Ne pê bawerbin… Vayan prowokasyone… Û em zara narevînin serê çîya. Kî tê ba me, bi îrada xwe tê û em êku salî wî pênagrin wan şunda dişînin, bê ewêk ji terefê dewletê bin tehtîd û hereşedane…
Belê van tev beyanên pkk ne…Carna serda dibê bira tu malbatên me nên vî şanoyê û nên xapandin… Ka emê ji kê derê vî daxûyanî ê pêgrin? Kîjan malbat? Van çewa xwedîtîye? Bi çi rûyê? Hem ji bo de’wa xweya batıl zara bikşînî serê çîya û bidî kuştin û carna serda xwe bi heqqî bûnî… Ev tiştekî çewaye? Li alîkî parazdanê Kurdan xwe bidî nas û carjî bi nefergelê xwe êrişê Kurdan bidî. Rêyan li wan bidî girtin. Û wana bitirsînî. Ji kar û îşê wan paştaxî…Hindika tehtîd kî…Kî îna dike parezdarî ya te?Ev sîyaseta ne maqul e… Û em jî dipirsin ka doman û süreca aşitîyê? Ev karubara çîye? Ev çi tewa kare ku li alîkî be’hsa çareserî û aşitîyê bê kirin û li alî din zarok li çîya bê kişandandin? Evya bê semîmîyetîye… Ev ne ‘halê merivên durustaye…Ev ‘halê nepaka ye… ‘Halê dewletê jî,ji vî ‘halî ne çêtir e… Belê niha be’hsa me pkk ye…Bo wî emê sîyaseta dewletê bêlin nivise ke din…
Yan êrişa li Merdînê? Evya çewa bê daxûyandin? Ji bo vî ‘ecêba çewa qilifek bê dîtin? Meriv û zilamek baş û oldar hat kuştin li Merdînê…Hat qetilkirin ji bal xwedênenasan… Car mezlumek çu ba Xwedayê xwe bi êrişa bê ujdanan… Car qencek ji ba neqenca hat şehîdkirin… Hey zalimno we çi xwest ji kalê şist salî? Xweda vî halî baş zane û dibine… Ellah(cc),şehîdîya xalê Me’heme li ba xwe bi xweşî qewil ke… Mizgînî ya min ji pkk ra! Nêzîke… İlla ku xortên bi ğîret ê derkevin holê… Bira baş vîya bizane… Bi rastî ev êrişana janên zayînê ne… Bi qasî bîskekî bêtir bira bi serxweşî bi quwweta xwe bipesne…Belê Xwedayê ‘adil bêşik û bêguman ewê ji ba xwe artêşên xwe bişîne… Vana ne gotinên tesellî ne…Biseknin û bibînin…
Erê Kurd ğerîbin… Êk bi doza xwedîtîya wan derkeve holê ew jî lê dijmintî û neyartî dikin… Zerar û xesarê dide wan…Û li xayintî û ne’heqîyê dike…Zorê dide ku Kurd were ser c’eda wî. Ji dîrokê virda qedera Kurdan vahanîye… Bê Ellah(cc) û ‘hizba wî kes xwedyê Kurdan nîne…Kurd bira vîya baş bizane… Belê êş û kulên Kurda bi pirrikanin…Nay jimartin… Evana ku min be’hs kir van ji be’hrê qey ne kulmek jî bû…Belê ziman disekine qelem dişkê û zarîna Kurdan naqede û dawîya wê nayê…
(M.Nurşini/Bingöl Bülten)