Êrîş û Gelê Kurd
Herûher kuştin û talan û qetlîam bû nesîbê Kurda. Girî, lêlandin, nalîn bilind dibe ji warê Kurda. Ya ‘ecêbi û trajî eve ku gelek cara bi destê hinek frotiyê Kurda, ji bo gelê Kurd, ev tiştê menfî û elenî digel wextê derbas dibe jî zêde dibin kêm nabin. Ji teref hinek bêbexta, rewşa Kurda rast nabe, birîna kurda baş nabe û her ku diçe birîn kur dibe.
Li hember gelê Kurd di gelek dewra û bi gelek rawşa zilm hatiya pêşkêş kirin. Me go zilm; navêkî tehl, peyveke ‘ecêb, karekî nemirovî. Lê belê em di nêrin digel tehl û ‘ecêba vî karî, insan bixwe dîsa li hember însanekî pêk têne.Heyf û xebînete ku weke gelek qewma gelê Kurd jî paya xwe pir gelekî ji vê zilmê dît û dibînê.Gelê Kurd û neheqî û zilm û sefalet herûher pevre ketiye pelê dîrokê.Adeta wek gogê geh ji teref Dewleta Tirkî berî wê Dewleta Sasanî û Bîzans û ev nêzî 30 salîye ji aliyê kesê dibên “em mafên Kurda di parêzin” zilmê dibinê. Geh jî, di yek wextîde di navbera gelek zilmade di mênê.
Herûher kuştin û talan û qetlîam bû nesîbê Kurda. Girî, lêlandin, nalîn bilind dibe ji warê Kurda. Ya ‘ecêbi û trajî eve ku gelek cara bi destê hinek frotiyê Kurda, ji bo gelê Kurd, ev tiştê menfî û elenî digel wextê derbas dibe jî zêde dibin kêm nabin. Ji teref hinek bêbexta, rewşa Kurda rast nabe, birîna kurda baş nabe û her ku diçe birîn kur dibe.
Me go êdî aşitî, aram, ewletî tê ser zimana. Mego êdî, behsa wekhevî, biratî, dadmendî dikin, qala bingaha ze'îf; Demokrasî dikin. Me go êdî pirsgirêk wê vebin na şidin. Lê dîse me dît ku, ê naxmê aşitiyê dibêjin li pişt peyv û ramanê xwe, li pişt wehd û peymanê xwe neman. Dîse me dît ku weke dîrokête heyî, pûtê bi destê xwe çêkirin dîse bi destê xwe xwarin, qanunê xwe bi destê xwe xerakirin. Êdî hê em bêjin çi; ti ewlehî bi kesên bê sînor, ti peyman kesên bê ujdan, bêîman çê nabe. Çi xweşe koletiya ku, sînorê wê sînorê Allah saz kiriye. Sînorê helal û heramê.
Piştî vê destpêkê ez dixwazim behs bikim çend buyerên ku li herêma Kurdistana Tirkî qewimîn. Ya birastî eve kû ev buyer, her wextî ji yek alî êrîş li ser misilmanê gelê Kurde. Her tim bi destê bêbexta, jiteref neyarê gelê Kurdave êrîşe li ser muztez’ef û ze’ifaye.
Gelî xwendevanên hêja, berî neha bi 4 roja(28 gulan), merivek (60 salî) li gundê Gêra Cafer / Dargeçit/ Mardin li ser karê xwe hate qetil kirin. Li benda zarokê mektebê bu, ku wan bibe malê wa.
Di yek wextîde, di navçeya Dîcleyê ERCAN ALPASLAN hate revandin. Hê jî kes nizanê bi kuva birine.
Digel vê revandinê di vî wextê nêz de gelek zarok, gelek xort û zilam hatine revandin. Bi zorî, bê xwestina wa, ew birine serê çiya (an jî derne dî)
Berî niha10 roja dîse li Amedê li gundekî Lîceyê merivek nîvê şevê bi zoratî xwestin ku werê revandin (an jî kuştin). Piştî ev meriv ferq dike ku nêhta va bê ujdana xerabe, ji destê wa baz dide. Û ev dest lewitî jî, bi çeka agirî vî merivî û malbata wî dikin. Hemd ji Xwuda re mirin çê nebû, lê ev meriv û jina wî û birayê wî birîndarî filitîn.
Di navbera 2 heyvade li zanîngeha Amedê, li Batmanê, li Agirî, li Wanê bivî awayî êrişên genûs û adiyane qewimîn. Her wiha tacîz dikin mafê gelê xwe, neweyîyadi barênin li ser merivê rind û bedew, xefka di vekin li ser zarok, qîz û xortê ciwan, pîrek û malbata.
Dîroka xwîn û fitnê xelas nabe lê ku ev xwîn ev dijminî di nav biraya çêdibe hê bêhtir dil di êşênê. Tevlîhevî, kaos û fitna di nav Kurdade, her tim ji xelkê Kurdre ziyane. Gelê Kurd bi bandora va buyera ji gelek aliyê xweş li paş dimînê. Bi van buyera,armanca azadî, bilindbûn hê bêhtir dur dibe. dengê helbest û awazê azadiyê hê bêhtir dur tê guhê me.
Gava em li aliyê êrişker û sitemkara di nêrin, dîroka wa tiji buyarên mîna neheqî û te’dêne. Destê wa hê bi xwîna li hember gelê Kurd li hember gelê misilmanê Kurd lewitiye. Em bawerin ku ji destê wa werê, wê misilmana bi carekê noqî xwînêkin. Xwuda vê keysê nedêwa.
Digel va dema em li meselê bi şeklekî nêzik, di nêrin ev xweşik eşkereye ku; ê mexdur û reben her tim misilmanê Kurdin, merivê xwedî bîr û baweriyêne. Û ev kes, li her cî û di her wextade li gorî zanabun û baweriya xwe dijin. Dixwazin li gor nimêja xwe, li gor dînê xwe jiyana xwe derbas bikin.Dixwazin pêşveçûn çê bibe di nav gelê Kurda. Kurd bi çand û kevneşopiya xwe ê Îslamî herin bi bal malbat û civake bi aram, xweşî. Her wisaye ev kesên têne kuştin ji bo gelê xwe ji bo dînê xwe ketine xizmet û xebatê. Em bawerin ku piştî ev kêferat jidilbin û esteng werin rakirin ‘ewil wê pêşketin çêbê, duvre ziman û dîrok, çand û huner, edebiyat û welat wê bibe sarfiraz wê bibe azad. Lê belê em disa zanin ku weke Şêxê Xanî gotî:
Şert e di şerî’eta wefayê
Em jî, ji wî ra bixwin cefayê
Ya Rab…!!Her tim mazlum û zalima, mexdur û xedara bi me bide naskirin û me neke ji koma zalim û xedara.
Ya Rab…!! Bîr û baweriya me, nêht û karê me, hêvî û xweziyê me, reng û dengê me, ram û ramanê me bike Rabbanî, bike Furqanî..
Ya Rab…!! Deryê feyzê, deryê ‘ezm û sebrê, deryê xebat û xizmetê, deriyê kêferat û qisewatê ji mer veke.
***Ferhengok***
heyf û xebînet: maalesef, ne yazık ki
lêlandin: ağıt yakma, beste söyleme, söylenme
elenî: aleyh
genus: menfur, iğrenç
adiyane: alçakça
ewletî: itimat, güven, emniyet.
neweyî: iftira
qisewat: endişe
(Seyîdê MEMOLAN)