Çar salî ya Huda Par
Ji 19 Berfenbar 2012 heta îro ev çar sal çêbû ku em wek fermî beşdarê jiyana siyasî ya Tirkiyê bûn.
Însanan dipirsîn; çi hewcedarî bi we hebû an saziya we alternatîfa kîjan partiyê ye, mafdar bûn.
Me jî digot; em ne alternatîfa ti partiyan e, em alternatîfa sîstemê ne,
Bo pirsgirêkan ji dêlva çareseriyên palyatîf em çareseriyên mayînde pêşniyar dikin.
Di nav van çar sal zeman de me got; “Lazime sîstem veguhere, lewra esas kaniya pirsgirêkan sîstem e.”
Bi destûra “pîvana me Îslam e” rexneyên xwe yên binyadî li hember sîstemê û daxwazên xwe yên guherînê bi hişyarî me anî ziman.
Li gor qaîde ya “Qur’an islahê emr dike” esas erka me ya heta gorîstanê em di pejirînin, bi destûra “Di her mijarê de banga ‘edaletê” em tevgerîyan.
Raste rast bûyîn û tenezûl nekirina li têkiliyên li gor hewa û hewesan bîçim sitendî me wek destûr qebûl kir.
Me aşkere anî ziman ku em şidet û tundrewî wek metoda lêgerîn û bidestxistana heq em qebûl nakin.
Li hikumata Tirkiye ya li koşka kaptan rûniştî me rexneyên avaker bikar anî.
Ji bo ziman anîna xeletiyekê têgiha lazime heqaret bê kirin me bi erdê ve rûxand.
Dorberên polîtîk ên rexneyan wek heqaret û sixêf fêm dikin, di ev tewrê me de tênegihîştin û nexwestin têbigihin.
Desthilata siyasî ya erka birêvebirinê di destê xwe de digire di van sê mijaran de me bi wate ya cidî hişyar kir.
1-Meseleya Sûrî:
Ku me go; ev mesele ne bi rêyên leşkerî, wê bi rêyên siyasî çareser bibe, û heta Tirkiye û Îran li heman maseyê ne civin, çareseriyek rastîn û mayînde wê çênebe.
Du roj berê di navbera Tirkiye, Îran û Rusia de li Moskow danezana hat îmze kirin, di meselaya Surî de pêşniyarên me wekî goşt û hestî wicud dît.
2-Pêvajoya Çareserî û Meseleya Kurd:
Belkû ji herî girîng yek sedemê sazkirina partiya me ev bû.
Desthilata AK Partî di dîroka Cumhûriyetê de têgihên xelet danî alîkî û xwest bi rêyên sîyasî vê meseleyê çareser bike.
Bi şertê bi tenê orgûta çekdar muxatab neyê sitandin, û daxwazên mafên însanî yên xelkê Kurd bi ti awayî nebitin babetê bazariyê, me beyan kir kû emê pêvajoyê destek bikin.
Eger li van şertên me anî ziman rîayet nekin, wê ji demên berê gelekî zêdetîr şer û berberî derkeve, me ev ji wan re got.
Pêdivî bi dûr û dirêjkirinê nîne, encam û bîlançoya giran li meydanê ye.
3-Çeteya Gulan Ku Me Wek Şebekeya Fesadê Bi Nav Dikir:
Ev çete di mûrehkê dewletê de rûniştiye, her ku diçe hêz û qewetê distîne û vê qewetê wek amûrekê di pirnisandina dostên rast yên dewletê de bikartîne, bi PKKê re di nav hevalbendî de ye, bi saziyên emniyet û darazê li însanên mezlûm zilmê dike, eger tewdîr nêyê sitandin wê memleket bi felaketên gelek mezin ve vekişîne û hwd hemî me gotin.
Pileya em em tê derketin, ji “Rekeftina Xizmetê” derbasî pêvajoya FETO xayet xweşik vedibêje.
Helbet em kehanetan nakin û em ne stêrnas in!
Bi pîrûpergal û mîrata me dewr sitandî û Îslama ‘ezîz ku em pîvana xwe jê digrin û bi nûra Kîtabûllah em li meseleyan dinêrin.
Bê tevgerên hestiyar û bê tirsa loma lomekaran!
Ez bê mubalexe dibêjim:
DOZA AZAD ya ku ez endamtî û xizmetkariya wê şeref qebûl dikim, hewcedarî ya herêma ma û welatê me pê heye û ya ûmmet û malbata însaniyetê jî pê heye.
Bimbarek be!
(Kelhaamed)