Şehrê Nuh: Şirnex!
Ev çend roj in ez li Şirnex bûm.
Tevlî bername û çalakiyên ji aliyê teşkîlata partiya me ve hatin tertîb kirin, bûm.
Ew Şirnex a qedexeya derketina kolanan di asta rekorî de demek dirêj hatî tetbîq kirin…
Bi ziman hêsan e, 244 rojên ne şikestî.
Qedexeyek wisa awarte ku şehr veguherandibû mîna zindanek ser vekirî.
Heqmehrûmiyek wisa ku sînorê tehemulê derbas dike û mirovek sax û salim jî be nesax û nexweş dike.
Belê, qedexeya derketina kolanan hatiye rakirin, lê mixabin kolan nemaye.
Bi taybet di şûna “Şirnexa Kevin” ku tê gotin, li ew ciyê qedîmê dîrokî ba û qirş digevizin.
Li taxên bi nav Îsmet Paşa, Cumhuriyet, Baxçelîevler, Aydinlikevler, Yenî û Dîcle hema bêje yek xanî nemaye ku nehatiye xirakirin.
Bajarek di gel kirasê xwe yê çandî, civakî û fizîkî hafizeya xwe ya dîrokî jî ji dest daye, nemaye.
Xebatên înşeatê destpê kirine, lê her wek xelk jî dibêjin, bi beza kîso birêve diçe.
Min ku bi gelek aliyên cuda re hevdîtin pêk anî, gilî û gazina wan ya hevpar “pişguh xistin” ya rayedarên bajêr bû, ev jî li ser.
Siyasetên ku şer û xwîn û kîn û kaosê bikar tînin, xelk ji canê xwe aciz kirine.
Şa’ir bîst- bîstûpênc sal berê gotibû, “Di navbera du zilimkaran, di navenda du agirbaran”, li vê derê gelek dîmenên heq dide van rêzikan mewcud in, tên dîtin…
Polîtîka û nêzîkahiyên xwe naberdin kaniya pirsgirêkan, û bi tenê çek û şer difikirin, û ji du aliyan ve hev geş dikin, nahêlin çare û şîfayek ji dil û rastî rêk bikeve.
Mîna benzîna li ser agir tê reşandin, agir hê bêhtir gur û geş kiriye, dijwar kiriye.
Wîraneyek giran, dîmenên paşmayî yên şer û cengê, trajediyên mirovahî derxistiye holê, li van erdên qedîm şer di gel qederê hatiye sitirandin.
Siyaseta PKKê ya xelkê diavêje nav çalikên agir û berîqetan; xelk sewkê beramberiya dewletê kiriye û bi vî rengî dengê xwe li ti operasyonên dewletê naderxin.
Li Şirnex piştî îlama qedexekirina derketina kolanan, wisa zen dikim ku ev tiştê me gotî xulasa û kurteçîroka her sê mehên ewwil ev bûn.
Encex piştî meha çaran, çi kadroyên rêveberiyê yên herêmî û çi erkdarên ewlehiyê yên piştî 17-25 Berfenbarê li Şirnex hatî surgun kirin, tewrê piştguhî û tetbîqên keyfî, dubare derî li wan heqîqetên meşhur vekiriye:
“Alîkariya xelkê li PKK, ne ji bo rastiyên PKKê ye, sedem xeletiyên dewletê ye.”
Siyaseta PKKê ya li seranserê herêmê xwînê winda dike, hê bêhtir cezakirina ji aliyê xelkê ve, bi taybetî girîngtirîn sedem ev e ku durist nebûye.
Wek gotina dostekî Cizîrî xelk mecbûrê “zorûzêr” yanî hêz û menfîetê tê kirin, mekanîzmayek wisa îcbarî heye ku nav lê nehatiye danîn,
Ev mekanîzma, ji du sed salên dawî ta îro, ji projeyên di asta kurewî de tên sepandin azade nîne.
Bi kurtasî, ev pêvajoya bi meyla dinyewî ve mumkine were îzahê, mixabin qurbaniyên wê dûbare dîsa dibin xelk.
Bi temamî zelal bûye û derketiye meydanê ku, PKK menfî’eta rêxistin û îdeolojiya xwe, û pratîkvekirina li gor projeyên hêzên emperyalî yên kurewî, raserê hemî menfî’et û mesleheta xelkê digre.
Aqilê dewletê jî çareya pirsgirêka xwe ya “beka” û pêşerojê, li adresên xelet digere, bi vî rengî qadên vekirî yê mudaxilbûnê, hem li hêzên hundir û hem li hêzên devre vekirî dihêle, di van mijaran de qet niyeta xwe nîne ku muyek jî be ji pozê xwe hilke.
Di vê hevkêşê de girîngiyek heyatî lazim dibe ku, Serokamar Erdogan bi derbasbûna serokatiya partiya xwe, li maqamê herî bilindê dewletê di şexsê xwe de bi nûnertiya dewletê, lazime siyasetek ewlehiya xelkê dabîn dike bide ber xwe.
Hêvî û bendewarî û daxwaza min ji Xwedê Te’ala ew e ku, Brêz Erdogan êdî “One Minute”li sîstema tekparêza tekperest a şer û kaosê peyda dike, bikêşe.
Rebbil Alemîn înşellah min şaş neke û ne xelitîne!
(Mehmet Yavuz - Kelhaamed)