Em tên dorpêkirin ey Ümmet!
Hema wilo di cî de bi hinek komplo teoriyan moralê millet xera dikin, ez ji tiştê wiha gelekî nefret dikim. Ez kîtab û nivîsê wiha qet naxweynim, tewsiye jî nakim. Di salên 80êyî û 90î de ew kitêbên yahûdî û masontî ku herî zêde dihatin firotin jî qet kêfa min jê re nedihat. Lewra te ji wan kesên ew kitêb dixwendin bipirsya wê bigotina: “Ezbenî ji her hêlê ve em hatine dorpêç kirin, mêrika her der bidest xistine. Tu dereke bêyî wan nemaye. A niha li vê axavtina me guhdarî dikin, li me temaşe dikin, her gaveke ku em davêjin, her nefesa ku em distînin jê hayidarin û pê dizanin. Çar terefê Tirkiye ji teref MOSSAD, CIAyê ve û her wiha nizanim ji kîjan orgutê ve hatiye bidest xistin. yanê kin û kurta vê yekê divê serê xwe ranekin, diberxwe nedin lewra berhewa û vala ye. Ji vê saetê û pê ve ji teslîmbûn, xwe radest kirinê pê ve tu çare nemaye…”
Wek çawa min got, bi vî şiklî dixwazin moralê milletê me xera bikin û hêj di serî de bihêlin ew teslîm bibin amaca van gotinana a ev bi xwe ye. Hemdê Xwedê şukrê Xwedê em ew muminin ku tu car me moralê xwe xera nekiriye û em bê hêvî jî nebûne û em her tim di vê hêviyê de ne ku emê qezenc bikin.
Feqet a niha ya ku em dibêjin “em tên dorpêçkirin” ne komplo teorî ye û ji herkesî ve neqlen tê xuya kirin û heqîqeteke. Di demeke kin de li başûrê welatê em lê dijîn, li nuxteyek nava ummetê, yanê ji teref Emrîkayê ve 906 TIR û ji her bêşî sîleh hatin şandin ji nava Iraq û Sûriyeyê re. Li dinyayê gelek welat henin çek û sîlehên wan ne qasî yê ku Emrîka şandiye. Bi van sîlehan Tirkiye bi awayekî fermî hatiye dorpêç kirin. welew ku ne wisa be jî ummet hatiye dorpêç kirin.
Wekî din jî li gor em dixwînin îdara Emrîka bi heman yekîneyên xwe li dijî Tirkiye ketine heyr û hazra herbê. A niha hincetê vê yekê berhev dikin, hazir dikin, ji bo ku wexta pêşkêşî dinyayê bike bihane û malzemeyên wan hebin xwe amade dike. Tirkiye bi destek dayina terorê û xussûsen bi destek dayina El-Qaîdeyê tê îtham kirin. Welatên Ewrûpa jî bi heman lerzê ji bo vê yekê dixebitin, bi heman saziyên xwe bi dijberiya Tirkiye re bûnin seferber. Ê ji xwe wexta Emrîka bêje bilîzin wekî din çareya wan tuneye.
Li gor em zanin, heta îro bi Emrîka re em şerekî fîîlî daneaniye. Ji xêndî Qibrisê ev serê 50 salî ye hinek rageşî qewimî bin jî bes ji ambargoyan pê ve tiştek din çênebûye. Em di rojên gelekî sincirandî re derbas dibin û hetta em di saetên zêde germ û sincirandî re derbas dibin.
Ya herî bi êş jî, çi li Tirkiye û çi jî ummeta Îslamê ji vê dorpêçiya welatên Îslamê re dengê xwe dernaxin û wilo berxwedaneke ciddî ji wan xuya nake.
Berevajiyê wê qralên xaîn yên kendavê, hinek nuxteyên ku li ser navê ummetê îhtîmale ku di berxwe bidin jî bi navê Emrîka hucûmî wan dikin.
Ev qralên ku li ser ked, xwîn û dewlemendiya ummetê de merixîne û mexel hatine bi Emrîkayê re serê vê dorpêçkirinê dikşînin. Evana ne bes di nava welêt de jî hinek hêl destekê didin dorpêçiya Emrîka. Îro îmkan heye û em tev li van tiştê diqewimin temaşe dikin. Eger em yanişiyan nakin divê em qet netirsin û panîkê çênekin. Bes bila em zanibin em yanişî û xeletiyan nakin. Eger ku ev dorpêçî ji bela ku em dixwazin Xweda razî bikin û ji bo menfaeta ummetê hatibe serê me divê em jibîr nekin û bi hêvî û umîd bin ku wê ev dorpêçî ji hev belav bibe û bila gumana we jê tine ve. “…Kî ji Xweda bitirse û tevbigere wê Xweda muheqeq ji wî re rêyekê vebike û wê wî ji dereke ku qet hesab nedikir wê rizqê wî bidê. Û kî xwe bispêre Xwedê ew ji wî re bes e û Xweda her emrê xwe tîne cîh…” (Mehmet Göktaş - Kelhaamed)