Evîna Heqîqî û Ziman
Evîneke me heye di dilan de ye. Ji ber wê evînê jiyan ji me ğeyidî, ji ber wê evînê dost û yar ji me dûr ketin, pişta xwe dan me, em bi tenê hiştin.
Evîneke me heye di dilan de; ji ber wê evînê em bêkes man, yekkes man, ji me re bi tenê bela û mûsîbet man, îmtîhan û sebirkêşî man.
Birano, hevalno!
Evîna me ma qey çi bû? Evîna me, evîna Heq, li gor pêdiviya vê evînê xizmeta gel bû. Evîna me şikandina peykerên qanûnên beşerî bû. Evîna me bilind kirina alaya tewhîdê bû. Evîna me nehêştina welatê me yê ku Îslam li ser hakim e, ji bê ol û neyarên Heq û gel re bû. Ha ev yek bû, sedemê ku derî li ber me hatin girtin. Çawa ku şa’ir dibê:
Me-b dînê te çewa ku girt
Herkes derî li ber me girt
Dost û neyar û qels û xurt
Ya Rebbê mazluma hewar
Birano, hevalno!
Jiyan bê evîn vala ye. Jiyan bi evînê me’neya xwe dibîne. Her evîn me’nekê dide jiyana meriv. Lê birano! Jiyana bê evîna Heq, ne tu jiyan e. Evînên dî ger yekî bighînin vê evînê me’neya xwe ya ‘esil dibînin. Dikevin mecreya xwe ya divê.
Ya şa’ir dîsa bibêje!
Herkesî yarek heband û can û dil xist oğirê
Me jî dil da yarê yara wek ewan betlên berê
Yarê yara: Heq e. Betlên berê: Dost û hogirên Wî ne. Ji Adem heya Muhammed Selamên Xweda li wan be şecera mubarek ya Pêxembera ne, hewarî û eshabê wan in, di her dem û dewrî de peyrewiyên wan in.
Can û dil, bi hev re di oğira Wî de, li ser rêya Wî me raxistiye. Ger ne wisa be gelo ma qey em dikarin behsa evîneke heqîqî bikin. Lewra evîna heqîqî ne bi tenê bedenî ye. Ji dil e. Dana can di oğira wê evînê de karê herî hêsan e. Hin hene di oğirê de mirinê didin ber çava, hin jî hene di oğirê de jiyanê didin ber çavan. Ma qey di oğira Wî de mana li vê jiyana bi ziyan, talan û malxerabî ji mirinê hêsantir e? Na xêr! Hinek dem hene meriv sed car mirinê tercîhê jiyanê dike.
Welat û gel jî parçeyek ji vê evînê ne. Ew emanetên Yarê Yara ne ji me re. Em di her xweşikahiyên wan de Yarê Yara temaşe dikin. Em bi ziman û gotinên wan evîna Wî di helbestan de neqş dikin. Em pê munacatên xwe diyarî dikin ji Yarê Yaran re. Ji herî însanê cahil, heya bi însanê herî ‘alim û kamil bi ziman û gotinên gel û welatê xwe em hêsantir û xweşiktir dikarin niyaz û xwestekên xwe ji Yarê Yaran re pêşkêş bikin. Naxwe xwedî derketina li ziman û gelên ku sene’etên Yarê Yaran in xwedî derketina xelateke Wî ne. Dema yarê me yê mecazî mendîlekî xelat û diyarîyê me bike em çiqas xweşik diveşêrin, diparêzin ji ber hemêza xwe dûrnakin. Ji ber ku jê bêhna yara me ya mecazî tê em çiqas qeder hez jê dikin.
Xweda Allah gelo ev ziman çima diyariyê Tirk, ‘Ereb û Farisan nekiriye. Raste zimanê teva xweşe û diyariyên Allah Te’ala ne. Lê belê birano Xweda Allah qudret û hêza Wî hebû ku tevî zimanan ‘Erebî an jî Farisî bigerandina. Naxwe Xweda Allah ji her gel û ‘eşîrî re diyariyeke cuda daye. Heger em li vê diyariyê xwedî dernekevin, ev yek tê me’na ku em hedye û xelata Allah Te’ala qebûl nakin û qîmetê nadinê. Ma qey ji vê yekê pirtir tiştekî ku Yarê Yaran nerazî bike çi heye?
Bi Kurdî bixweynin, bi Kurdî bifikirin û bi Kurdî her dem bijîn!
Bi hêviya xwedî derketina li hedye û diyariyên Allah Te’ala...
(M.Ce'fer Bêcirmanî - Bangaheq)