Siyaseta Dewra 12ê Îlonê
Di derbeya 12ê Îlonê de, zulma eskeriyê eşkere ye. Zorbatî û wehşeta wê dewrê, êdî ne tê veşartin, ne wan meğdûriyet biheqî tên telafî kirin, ne jî mesûlên wê zordestiyê biheqî tên cezakirin li vê dinyê. Siyaseta wê dewrê jî balkêş e.
Di wê dewrê de li Dêşana gundê Şemrexê, qomandarê qereqolê li der û dora wê herêmê bi zorbatiya xwe tê naskirin. Tirsa wî li ser gundiyan zêde ye. Her kes hifza xwe jê dike. Ji ber sîtemkariya wî li ba gundiyan bi navê Qolo tê qalkirin.
Di wê dewrê de melayê gund, li gor Îmamê Şafîî behsa helaliya goştê rûvî kiriye. Vê gotina wî ya der heqê helaliya goştê rûvî de li der û dor belav dibe heta ku diçe guhê qomandar jî. Qomandar diqehire û gazî mela dike. Mela radibe diçe qereqolê. Lê dinêre darbivirek beruyê di destê qomandar de ye û qomandar pir qehiriye. Mela bi Tirkî dibê “Qomandarê min kerem ke!” Qomandar jî dar di destê xwe de dihejîne û dipirse “Te goştê rûvî helal kiriye. Ma rast e mela?”
Mela meselê fêm dike û wiha cewab dide “Mesele ne wiha ye qomandarê min! Min gotiye goştê kîroşkê helal e, goştê kew helal e.” Qomandar dibê: “Eger te goştê rûvî helal kiriba, minê vî darî di te de bişkanda”
Paşî muftiyê qezê dibîhîse ku mela goştê rûvî heram kiriye. Di civîna melayan de ji melê gund dipirse, dibêje: “Seyda te goştê rûvî li ba qomandar heram kiriye, ma rast e? Ma ne tu dizanî li gor Şafi’iyan helal e.” Li ser vê yekê Mela wiha cewab dide Muftî: “Muftî beg! Ma ez rûvî, ma bavê min rûvî, ma kalê min rûvî, kî yê min rûvî ye ku ez rabim goştê rûvî helal bikim û darbivira di destê Qolo de di xwe de bidim şikandin!” (Fexreddîn Şemrexî / Bangaheq)