Çend Analîz Li Ser Helbestên Seyda Mela Mizgîn 1
Helbesta "Em Gelê Kurdistanê Em"
Seydayê Mela Mizgîn, helbestvanekî hêja yê Kurdistanê ye. Seyda digel Helbestvanî û ‘ilmê xwe; de’wetvanekî balkêş, siyasetmedarekî gelê xwe û mînakeke rind e bo ciwanên ummetê û bi taybetî jî bo ciwanên Kurdistan.
Dîwana Mizgîn, dîwana Seydayê Mela Mizgîn yê gelek bi qîmet e. Ev Dîwan berî çendekî di Weşanxaneya Bangaheq de hat weşandin û gelek teweccuhek mezin dî. Di nav amadekarên Dîwana Mizgîn de ez jî hebûm û bi alîkariya Allah Te’ala em gihan meqseda xwe. Vêga ez dixwazim ku hinek helbestên Seydayê Mela Mizgîn diyariyê xwendevanên me bikim û digel analîzên li ser van helbestan rêzenivîseke nû bi hêviya ku gelê me jê îstîfade bike binivîsînim. Bi du’aya ku Allah Te’ala wî ji esaretê xelaske...
Em gellê Kurdistanê em
Quranê bernadin tu dem
Ji warê Îslama ‘ezîz
Nadin kesî yek lat û lem
Ji bo de’wetvanekî her dem lazime ku ‘aîdiyeta xwe ya millî ji bîr neke û bi eslê xwe ve girêdayî be. “Herê, divê em him bi şan û şerefa milletê Îslamê, him bi xêra axîretê, him bi cemiyeta millî, him bi hemîyeta Îslamî, him bi heskirina welat, him bi hiskirina dîn, hîsdar û dildarbin. Lewra tiştên du qat bêhtir zexmin. (Dîwana Herba ‘Urfî/Kullîyata Rîsaleyên Nûr C.2, S.1926) Millîyeta me wicûdeke; rihê wê Îslamiyet e, ‘eqlê wê Quran û îman e. (Munazarat)
Quran her û dem ji bo me ronahiye, rêberê xelasiyê ye. Her dem em xilasiya xwe di Quranê de zanin.
Ev war û welatê me yê ku bi xwîna gelek ‘ezîzan hatine fetih kirin li ber dilê me gelek ‘ezîz e. Em ji vî war û welatê xwe yek kevirekî bi tenê dahî nadin neyarên xwe. Çawa ku Seydayê Mela ‘Eliyê Zîla li ser welat dibê: “Wekî bağê îrem cennet mîsalî/ We lê çibkim di destê xunxaranî/ Delal û dîlber û hûr û perî tu/ Gelek ewlad ji bo te rûh deranî/ Temamê enbiya û ewliya a/ Ku hatin tê de bizr û tuxum danî/ Wiha bağ û bihuşt û mêrga Îslam/ Salaheddîn bu sultanê zemanî”
Em hazirin tev bin şehîd
Weke Huseyn û Şêx Se’îd
Hetta bi serbest û bi ‘îd
Dîsa bijîn bê qeyd û gem
Ji bo her gel û welatî hinek şexsiyetên sembol û mînaka berxwedan û ‘izzetê hene. Ji bo gelê Kurdistanê jî qiyama Hezretî Huseyîn û şehadeta wî her dem bûye mînakek balkêş. Dîsa Qiyama Şêx Se’îdê Şehîd jî di vê ‘esra dawî de ji bo me gelê Kurdistanê bûye sembolek berxwedanê. Em Gelê Kurdistanê temam amade ne ku heya em serbest, hur, bê qeyd û gem bijîn jiyana xwe fedakin û şehîd bibin. Çawa ku Seyda di helbesteke xwe yê din de jî dibê: “Şehadet xweziya me musulmana teva ye/ Di dilê me da weka bûka dilê zava ye.” Yanî: Em weke kafiran û neyarên dîn û millet ji mirinê natirsin. Bila neyar zen nekin ku em ê dev ji berxwedana xwe berdin. Heya şehîdî an jî azadiyê ev yek muhal e (nabe).
‘Emriq û Awrupên neyar
Kolên xwe wek van kelbê har
“Kiş-kiş” dikin li her diyar
Ser me bi çekdarî û qelem
Neyar her tim ne ji der ve ve êrîşê dîn û gel dikin. Hinek dem hene ku neyar ji der ve ve êrîş dikin, hinek dem jî hene ku neyar bi awayê xayînan ji hundirê meriv ve êrîş dikin û weke gotina: “Kurmê darê ji darê ye” dikevin nav meriv. Hinek dem hene jî ku neyarên ji der ve ji meriv ditirsin ku êrîş bikin, lê ji bo ku amancên xwe bicihbînin di nav meriv de xayînên wek kurman derdixin û wan weke kelb/kûçikên har didin êrîş kirin bi ser meriv ve. Ev êrîşên neyaran û xayînên kûçikên wan ne bi tenê çekan çêdibe, hinek dema him bi çekan û him jî bi pênûs û qeleman çêdibe. Êrîşên ku bi qeleman tên kirin û bêbextiyên bi qeleman helbet pirtir yekî dêşîne.
Ji bonî em hişyar nebin
Azad û hem rizgar nebin
Xwey rumet û maldar nebin
Nebne xwedî al û ‘alem
Neyar her dem dixwazin em razên û qe hişyar nebin. Dema ew van xayînan bînin ser serê me û me ji xwe re bikin kole tu reasiyonek ji bal me ve nîn be. Neyar naxwazin em azad bibin, azad bifikirin, azad bijîn. Herdem ristikê wan yê koletiyê di situyê me de be. Tu dem naxwazin em bi rûmet û maldarbin. Dixwazin em bendeyên wan bin, rûmeta me di bin lingê wan de û mal, mulk û dewlemendiyên welatê me di bin destê wan û kedxwariya wan de bin.
Bi karkerê xwe û xayîna
Bi bomb û rokêt mayîna
Perçe dikin me mumina
Xwîna me bûye gol û çem
Karkêrên wan yên ku bi îdarevanî danîne ser gel û xayînên gel ku her tim bi karkerên wan û bi wan re hevkariyê dikin. Amanc yek e; dîn û gel tu dem azad nebe û ji bo rejim û îdeolojiyên wan yên beşerî ku weke petpetoka ne nebin xeter. Ji bo vê amancê tevî rêyan ji bo wan caiz e. Geh bi çekên wek bombe, roket û mayîna gelê me’sûm dikujin, mumînan perçe perçe dikin. Qetlî’ama Geliyê Zîla, Qiyama Şêx Se’îd, Xirbêsîtila Qerejdağ, Gundê Sûsa, Roboskî û hê gelek qetlî’am û komkujiyên din bi destê karker û xayînan kirine. Li ser vî welatê Kurdistanê xwîna me bi salane weke çem diherike û bûye gol û behr. Lê têra wan nake, lewra xwîn bû sedemê ku em hişyar bibin. Çawa ku tu merivekî di xew de avê bavêjî serê biveciniqe û bi hêrs rabe, vê xwîna şehîdan em jî hişyar kirin, veciniqandin û em bi hêrs rakirin. Dinêr in ku êdî dawiya wan hatiye, divê ji bo me dîsa di xew rakin hinek rêyên din bibînin.
Televizyon rojnameyan
Têsîs dikin ji bo bi wan
Zilmê xwe meşru kin tevan
Ji me xeberdin tim bi zem
Rêyên din ma qey hûn dibên çi ne? Televizyon û rojname! Her roj ji bo gelê me yê ku hişyar bûye dîsa di xewrakin dixebitin û weşanên cûr be cûr dikin. Ji bo zulma ku li me dikin meşrû’ bikin û reaksiyona gelê me bişkînin şev û roj bi weşanên îfsadker dixebitin. Dewamî de’wetvanên me yên ku hişyar bûne û ji bo gel hişyar bikin dixebitin, di çavê me de reş bikin ji me bi zem û xirabî xeberdidin.
Naxwe werin em çend peyv jî guh bidin Ustadê Bedî’: “Bi fikra millîyetê, di nava millet de hewzekî me’rîfetê û hezkirinê yî weke hewzê Kewserê çêkin. Qul û kunên di binî de ku avê jê dikşînin bi ‘ilm û zanînê bigrin. Cihên ku avê diherikînine serê bi fezîleta Îslamê vekin. Kaniyeke gelekî mezin heye, heta neha bi îstî’mala ne di cî de li erda çol û qeraç belavdibû qeşayî da hinek parsek û bêkêra. Ji vê kaniyê re cihekê baş çêbikin, bi xebata şer’î wê kaniyê valakin wî hewzî. Pey re jî bostanê kemaliyeta xwe pê av bidin. Ev kanî kaniyeke ku tucarî naqede û naçike. (Munazarat/Kullîyata Rîsaleyên Nûr C.2, S.1950)
(M.Ce'fer Bêcirmanî / Bangaheq)