Çend Analîz Li Ser Helbesta Em
Dem û dewrên gelek ğedar bi ser me de derbas dibin. Digel îşğala welatên Îslamê, îşğaleke dîrokî, çandî, hunerî û olî ji her alî ve li ser ummeta Îslamê didome. Dibe ku li gelek welatên Îslamê Musulmanan xwe ji îşğala fi’îlî a kafir û xaçperestan xilaskiribin, lê belê îşğala çandî, hunerî û olî bi her awayî û di her qadeyî de didome. Gelek ‘alimên Îslamê hê di serê vê ‘esrê de vê îşğala hanê ferq kirine û li hember vê yekê gelên xwe hişyar kirine. Li welatê Kurdistanê jî di serî de Seydayê Bedî’uzzeman, gelek seyda û meşayîx li hember vê îşğala hanê berxwedanek bê hempa dane. Cema’eta Îslamî jî dema hat damezrandin, yek ji amancên wî jî parastina gel ji îşğala çandî, hunerî û olî û vegerandina wanî bi bal çand û kultura wan a heqîqî a Îslamî ve bû. Parastina exlaq û kultura gelekî gelek tiştekî girîng e. Neyarên gelê Îslamê jî, ji bo xirifandina Musulmanan di serî de cengê li hember kultur, dîrok û nasnama wan vekirine û xwestine pirê navbera wan û dîroka wan û çand û hunera wan xirabikin û bi vî awayî wan bê esl û binyat û bê dîrok bikin.
Yek ji ‘alimên ku vê projeya şeytanî ferq kiriye bê şek Seydayê Mela Mizgîn e. Ji ber vê yekê di gelek deverên helbestên xwe de dixwaze bala gelê Îslamê û bi taybetî jî gelê Kurdistanê bikşîne ser vê xeterê û wan hişyar bike. Ji bo bi xwe û bi çand, dîrok û hunera xwe bawer bin pirek di navbera wan û paşeroja wan de avadike û dibê binêrin û hûn ev bûn, vêga hûn çima xwe nasnakin û xwe li hember dîrok, çand, kultur û nemedeniyetên îşğalker biçûk dibînin? Keremkin em çend beyt ji van helbestên Seyda bi hev re bixweynin.
Helbesta “Em”
Ne em bê êl û bê ol in
Ne jî bê tarîx û şol in
Ne bê esl û ne bê fesl û
Ne bê çand in ne jî kol in
Seyda, di serê helbesta xwe de dibê “Ne em bê êl û bê ol in” yanî: Şukur ji Xweda Te’ala re em xwedî ‘eşirek, xwedî gel û milletek in. Ji ber vê yekê di paşeroja me de bav û kalên me yên ku emê karibin wan ji bo xwe mînak bigrin hene. Heger em bi taybetî li ser gelê Kurdistanê bipeyivin tu pêdiviya me ku em ji hinek gel û ‘eşîrên din ji xwe re mînakan bigrin nîne. Lewra kesayetên di dîroka Kurd û Kurdistanê de ku pêşîvaniya gelên cîhanê ji her awayî ve kirine gelek in. Û heman demî de em ne bê ol in jî ku em bidin pey ol ango dînê hinek gelên din. Dînê me Îslam e. Seyda di helbesteke xwe a dinê de di vê derbarê de dibêje: “Heçî Quran e gulzara gula ye / Şîfagaha hemû derd û kula ye / Timî rêza aqilmend û gela ye / Musulman in musulman in musulman / Şukur ya Reb! Bi îman in bi îman” “Ne jî bê tarîx û şol in” Ger em li ser dîroka Îslamê û kurd û Kurdistanê bisekinin rûpelên dûve dirêj têrî me nake. Di dema Eyyubiyan de cenga ku Salaheddîn Eyyûbî li hember Xaçperestan daye û azadkirina Qudsê ma ne bes e. Ku hê jî dost û neyar li serê dinivîsînin û pesnê wî naqedînin.
“Ne bê esl û ne bê fesl û” Çawa me li jor jî beyan kir, esl û binyata me gelek zexm e û li hember gelên kufrê ji bo me wesîleya fuxrê û li hember Musulmanan jî wesîleya tewazu’ û xwedana ber bar û derdên ummetê ye. “Ne bê çand û ne jî kol in” Çanda me, çandeke dewlemend e. Ewqas qeder dewlemend e ku, ji bo gelek gelan bûye çavkanî. Yanî, gelek gelan ji çanda me îstîfade kirine û ji bo xwe mînak dîtine. Ji ber ku gelê Kurdistanê di wesetê gelên Îslamê yên din de ye, ji van gelan teva re bûye çavkaniyek û ji aliyê çandî ve ji van gelan teva îstîfade kiriye. Ev yek çandeke gelek dewlemend nesîbê me Kurdan kiriye. Ji ber vê yekê em ne rasterast kole û bendeyên kesîne û ne jî ji alî çand û hunerê de kole û bendên kesîne. Bendetî û koletî, tiştê herî dûr e ji me. Ummeta Îslamê û bi taybetî jî gelê Kurd û Kurdistanê ev ji sed salî zêdetir e bi berxwedana xwe ya li hember îşğalker û dagirkeran bi awayê qet’î îspat kiriye ku ji bilî Allah Te’ala ji tu kes, sazî, dewlet û hukmî re koletî û benditiyê nake. Çawa ku Seydayê Bedî’uzzeman dibêje: “Belê, ew evîna azadiyê ye, bi sala ne we li hember meşeqqetên bê tehemmul kiriye tehemmulkar...” “Zilamekî ku bi girêdana îmanê ji Sultanê Kaînatê re bûbe xizmetkar, çawa ku ‘izzet û şehameta îmana wî nahêle ku ji yekî din re bi tezellul/serîtewandinê xwe bixîne û bikeve bin hukm û îstîbdada wî; ‘eynî bi vî awayî şefqeta îmana wî jî nahêle ku tecawizê azadî û hiqûqên yekî dinê bike. Belê xizmetkarekî rast yê padîşahekî, zilleta tehekkuma şivanekî qebûl nake. Naxwe îman çiqas qeder mukemmel be, ewqas qeder azadî dibiriqe.” ‘Izzet her û her wesfê bawermenda ye. Çawa ku Allah Te’ala di Qurana pîroz de kerem dike dibêje: “ ‘Izzet yê Allah Te’ala, Resûlê Wî û Mumînan e, lê belê munafiq nizanin...” (Munafîqûn-8) vêca birano, ger em mumin bin divê em zanibin ku yek ji wesfê mumînan jî ‘izzet e. Ji ber vê yekê “ne jî kol in.” Koletî ji me re nabe.
Ne bê nîzam û bê ‘ilm in
Ne bê kîtab û bê fêm in
Birêz Ferzan Muhammed ji me re çi xweş bi kurtasî beyan kiriye: “Kurd, bi Mewluda Melayê Bateyî yê Hekarî bûne xwedan kitêb û kağez. Bi Feqiyê Teyran di dilan de herikîne. Bi Melayê Cizîrî eşqa ebedî naskirine, dil helandine, ketine nav klasîkên cîhanê. Bi “Mem û Zîn”a Şêx Ahmedê Xanî hunera xwe ya edebî bi dunyayê dane î’lankirin. Bi Selaheddînê Eyyubî dunyayê dewlet û selteneta wan naskiriye. Bi Ebul Îzzê Cizîrî zanîst, teknolojî û teknîk bi dunyayê dane hînkirin. Bi Îbn-ul Esîrê Cizîrî dîroka Îslamiyetê û însaniyetê hatiye nivîsandin. Bi kesên wek Îbnî Teymiyye û Şêx Seîd li hember êrişên zalima herb û cîhad kirine. Bi Mewlana Şêx Xalidê Şehrezorî bûne muceddid û murşidê însaniyetê. Û bi Seydayê Bedîuzzeman seydatî û ustadiya cîhanê kirine… Bi hişyarî û baweriya xwey îro jî ji bona musted’ef û belengazan, ji bona xelkên ketî bune hêvî û xelaskar…”
Çima me daye pey şopa
Çima me daye pey qopa
Yehud û pîsê Awrupa
Çima em îro ser xul in
“Çima me daye pey şopa” Digel evqas tiştên me jimartin, gelo ji bo çi emê bidin pey fikr û ramanên batil, gelo çima me daye pey van qopê ku nikarin ew rast bi rê ve biçin. Gelo bi çi yê xwe em ji wan kêm in ku emê li pey wan herin. Medeniyeta me rê li ber wan xistiye, bê rênîşandana me bûne însan pêşveçûna maddî û me’newî ji me hîn bûne, ew rabin bi van tiştê ku ji me hînkirine bi ser me kevin û em li pey wan herin. Çi Cihû û çi jî Awrûpî, demekê di bin siya dewletên Îslamê de dijîn û her roj hinek ji wan dibûn Musulman. Gelo çi bûye ji me ku em îro li pey wan diçin? “Çima em îro ser xul in” serî tewandîne, li hember neyarên me. Ji bilî van pirsa hê gelek pirsên dî divê em ji xwe bipirsin, da ku em vegerin ser hişê xwe. Di pey van beytan de Seyda, rol û wezîfa kesê bawermend bi bîr tîne û dibêje:
Em in rêzanê însana
Em in layiqê fermana
Em in xwedyê perîşana
Tenê em jîr û maqul in
Wezîfa me Musulmanan, rêzantiya însanan e. Lewra Xweda însan ji bo Xelîfetiya rûyê erdê xuluqandiye. Di nav însanan de bêguman yên ku herî layiq in ji vê wezîfeyê re bawermend in. Digel ev dîroka Îslamê yê mezin û medeniyeta bê hempa û şehadeta paşerojê, divê em hilkişin û vê wezîfa Xweda li ser me barkiriye, xwedîtiya perîşana û fermandariya cîhanê bixin nav destê xwe. Lewra yên ku layiqê fermandariyê ne her û her bawermendin. Ji bawermendan re zulle ku di bin fermana ehlê kufrê de bin. Destûrê bidin ehlê kufrê ku perîşanan bi’eciqînin. Lewra dîroka dinyê şahide ku yê jîr û maqûl di vî warî de her û her bawermendin. Di dema hukumdariya bawermendan de dinya azadiya heqîqî naskiriye. Çawa ku Seydayê Bedî’uzzeman dibêje: “Em Kurd, di me de mêrxasiyeke bi qasî dilê me tijedike, belkî cesedê me dadigre, belkî fireh bûye û di van çeman de bi awayê çiya bûye wek kelha me ya ji kevir heye. Bi qasî serê me tijeke zeka me heye û bi qasî singa me dagre ğîret heye. Û bi qasî beden û ‘uzwên me tijeke îta’eta me heye. Û bi qasî ku çeman jîndar bike û çiyayan bixemlîne ferdên me hene. Ma qey çima em wisa sefîl, muflîs û zelîl man û hem jî li ser rê man. Yên ku li tereqqî/pêçveçûnê suwar bûne me cûtin û bi bal îstîqbal/pêşerojê ve bazdidin û diçin. Milletên ku cîranên me ne, digel ku ji me hindiktir û qeweta wan jî ji ya me gelek kintire jî bi ser me dikevin? Pîsê wan bi ser tahirê me dikeve” (Munazarat)
Emin Fatîh û Eyyubî
Ğazalî, Sîna, Farabî
Em in ğalib di her herbî
‘Egîd û şêrê her hol in
Belê, “Emin Fatîh û Eyyûbî” Di hukm û seltenetê de yên ku însanên wek Sultan Muhammed Fatîhê ‘Usmanî û Salaheddînê Eyyûbî yê Kurdî derxistine, em bawermendin. Yek mizgîna Pêxember (Silavên Xweda Lê Be) bi cih aniye û Qostantîniyeyê fetih kiriye. Ku Pêxemberê me ‘Eleyhîsselat û Wesselam kerem dike dibêje: “Bêguman dê Qostantînîye/Stenbol bê fetih kirin, qumandarê ku dê wî fetih ke çi xweş qumandar e û leşkerên wî çi xweş leşkerin.” (Buxarî) Ha, Sultan Muhammed Fatîhê ‘Usmanî vê mizgîna Pêxemberê Xweda bi cih aniye û bûye musteheqqê vê medh û pesnê. Hukumdarê duduya ku em bawermend di her edwarê dîrokê de pê dipesinin, bê şek Sultan Salaheddînê Eyyûbî ye. Ez naxwazim pir li serê dirêjkim, lewra ev pênûsa min ne layiqe medhê wî bike. Çawa me pesnê Sultan Muhammed Fatîh ji Qencê Qasidan ‘Eleyhîsselat û Wesselam re hişt, emê pesn û senaya Sultan Salaheddîn jî ji warisekî Pêxember ‘Eleyhîsselat û Wesselam re bihêlin. Binêrin Katîb ‘Îmad di mersiya xwe ya li ser Sultan Salaheddînê Eyyûbî çi dibêje:
“Ji bilindayîya re, zîrweyan re, hîdayetan parêzer kî heye?
Ji cengan re ji bo dana nî’metan kî heye?
Sultan Salaheddîn ji bo hukumdariya xwe li axîretê ebediyet xweste,
Lewra wî bi ebediyeta hukumdariya dinyayê bawerî neanî
Ew deryayeke wisa bû ku bi îhsana xwe tevî beriya guherande deryayan
Bi şûrê wî warên sahîlan hatin fetih kirin.
Di dema wî de gelê ehlê heq,
Bi ‘îzzet û şerefa wî ehlê batil meğlûb kirin.
Fethên wî hene, Qudus ji fethên wî yên sereke ye.
Ew fetih di sicîlan de, di rûpelên dîrokê de fezîlet û bilindahiyekî heya ebediyetê nivîsandiye.
Ez pir naxwazim baran bi ser mezergehê te de bibare,
Lewra min dî ku camêriya te taviyên baranê jî derbas kiriye.
Razîbûna Allah Te’ala wek avekî bi te bidin vexwarin,
Lewra razî nîn im ku baranên ji esmana tên tu vexwî”
“Ğazalî, Sîna, Farabî” Seyda bi taybetî sê ‘alimên Îslamê ku ji alî Awrûpaî milletên cîhanê yên din jî tên naskirin zikir kiriye. Bi vî awayî î’lan dike ku bi Îbnî Sîna me ‘ilmê Tibbê hînê gelên din û Awrûpiyan kiriye, digel ‘ilmê Tibbê Îbnî Sîna di gelek ‘ilmên din de jî pêşketiye lê belê ji ber ku bi taybetî bi ‘ilmê Tibbê derketiye pêş em dê li ser vê yekê bisekinin. Pirtûka Îbnî Sîna a bi navê “Kîtabûş Şîfa” bi salan di zanîngehên Awrûpa de kîtaba sereke a xwendinê bû. Dîsa Awrûpiyan di ‘ilmê Felsefe û Mantiqê de jî li ber medresên me rabûne. Arîstoyê ku ‘ilmê Mantiq û Felsefê damezrandiye, ji alî Awrûpaiyan ve hatibû ji bîr kirin bi xêra Farabî wî ji nû ve naskirin. Ji ber ku ji Arîsto re digotin: Mi’ellîmê Ewwel, ji ber vê keda wî a di fêm kirina Mantiq û Felsefeya Arîsto de ji Farabî re jî gotin: Mu’ellimê Sanî. Yanî, ji bo ‘alema Îslamê û Awrûpiyan tev de ew bû mu’ellimekî ku rêya wan ronî dike. Ger em behs û qala Ğazalî bikin, dê rûpelên me bi dawî bibin, pênos û hibir zuha bibin lê dîsa jî medh û senaya wî naqede. Ev fezîlet jê re bes e ku kîtabeke weke “’İhya-u ‘Ilûmuddîn” nivîsandiye. Bi ked û xebata wî Medreseyên Îslamê yên ku ketibûn dewra seknê û bi pêş ve nediçûn ji nû ve rabûn piya û Seydatiya cîhanê kirin.
“Em in ğalib di her herbî/ ‘Egîd û şêrê her hol in” Tarîx û meşhed şahid in ku dema em bi bawerî û qirar rabûne her tim em di her ceng û herbî de ğalib û serkeftîbûne. Bi vî awayî ji ber ku ji bilî Xweda em ji tu kesî natirsin, em in ‘egîd û şêrê tevî meydanên cengan. Ew mirina ku neyarên Îslamê jê direvin, ji bo me bawermendan ji bo wesleta yar wesîleyeke. Di ceng û herban de ger em bimrin ji ber ku ji bo doza Xweda em şer dikin, em şehîd in. Ev ji bo me hedyeke ‘alî meqam e. Ger em sağ bimînin emê zafer û serkeftinê bi destxin, her dû jî ji bo me şeref û bextewarî ne.
Temam dunya ji me hîn bu
Bi me ava, hurr û şîn bu
Li hev gerya û zengîn bu
Li ba zana ne meçhul in
Bimînin di xêr xweşiyê de.
(M.Ce'fer Bêcirmani- Bangaheq)