Dîrok Li Roboskî Dicive
Ji dema di tarîtiya şeveke ji şevan
Meha Berfanbar roja bîst û heştan
Bi êrîşên jetan
34 xort û ciwan
Hatine kuştin bi bombebaran…
Ji wê rojê ve…
Roboskî mala nû ye,
Roboskî xana nû ye,
Dîwana nû ye…
Ax û fîxana nû ye…
Mezlûm li wir dicivin êdî…
Çiyayên Agirî, Sîpan, Zagros,
Cudî, Şerefdîn û Toros…
Dora Roboskî dipêçin…
Lewra Roboskî nîşana bindestî
Û kelha berxwedanê ye…
Mezlûmên ‘Ecem û Romiyan,
Xîreta Koçgirîyan,
Komkujiyên 1925an,
Geliyê Zîlan,
Qerîna Dêrsimiyan,
Zarokên Qerqeliyan,
Li Roboskî dicivin…
Tevlî Nehriyan…
Enfaliyan…
Helebciyan…
Dîrok li Roboskî dicive…
Roboskî mazûbanê nû ye…
Çiyayên me dorê dipêçin,
Stranbêjên me lê distirin,
Dengbêjên me lê dinihurin,
Dayik dilorin…
Mezlûmiyetên me ji dîrokên nêz û dûr,
Tên li Roboskî diqîrin…
Şêx ‘Ubeydullahê Nehrî,
Şêx Seîdê Berzencî,
Şêx Ebdusselamê Barzanî
Şêx Mehmûdê Hefîd,
Qazî Mihemed,
Seyyîd ‘Evdilqadir,
Şêx Seîdê Pîran
Û Bedîuzzeman…
Her yek li aliyekî runiştî ne…
Bi ser halê me de dinalin…
Tevlî Xanî, Cizîrî, Herîrî,
Bateyî, Brîfkanî, Axtepî û Teyran…
Tevlî Şêx Xalidê Şehrezorî,
Bi sedan rêber û ‘aliman,
Bi milyonan ruhên ciwan…
Kurmanc, Baban û Behdînan
Botan, Erdelan û Soran
Tevlî Dimilî û Goran…
Êl û ‘eşîr,
Rêber û mîr,
Tev kal û pîr…
Dîrok li Roboskî dicive…
Dişêwire…
Dinale…
Bi ser bêxwedîtiya me de digrî
Gazî û hawarê dike li Selaheddîn
Li Rebbê jorî…
(Necatê Zivingî / Berfanbar 2012/ Amed - Bangaheq)