Biguherin û Hê Guherînê Bixwazin!
Rojev mesela Kurd e. Dîsa stratejiyek nû dixwazin li ser Kurdan pêkbînin. Lê wisa xwiya dike ku ev stratejî û polîtîkayên nû jî wê dîsa bi sernekevin. Çima? Lewra li ser masa û li gor hessasiyetên hinek aliyan hatiye amade kirin. Ev serê 300 salî ye ji bo cudahiya Tirk û Kurda çi gav divê hatine avêtin.
Mesela ev sêsed sale di nav milletê Tirk de nijadperestiya cahilî dixwazin sağ kin. Bi navê Turancîtî, pişt re Jon Turkan dewamî li ser yêkê xebitîn. Ji xwe divê meriv vê yekê bibîne yê ku Dewleta ‘Usmaniyan ji hev xist ne Nijadperestiya ‘Ereb û Kurd an milletên din bûn. Yê ku Dewleta ‘Usmaniyan ji hev xist nijadperestiya nav bi xwe bû. Lewra divê meriv vê yekê baş bibîne ku Îslam li hember nijadperestiyê û ‘Irqçîtiyê ye. Ji ber vê yekê civaka Îslamî tu dem ‘Irqçîtiyê tolere nedikir û prîm nedidayê. Lê dema ev nexweşî di nav Tirkên ku wê demê ‘alema Îslamê îdare dikin derket û vê yekê Îttîhad û Tereqqî li hember gelên din pêk anî ev yek bû sebeb ku ev nexweşî di nav milletên musluman yên din de jî belav bibe. Lewra dema Îttîhad û Teraqqî ji ber ‘Irqçîtiya xwe milletên dî wek heywana dîtin û zulm kirin, ‘Irqçîtî di nav van gelên dî de jî belav bû.
Yanî: ‘Usmaniyan bi destê xwe bombe xistin bin dewleta xwe. Her çiqas ji bo şi’ûra Ummetê di nav ‘alema Îslamê de bi hêz û qewet bibe ‘Ebdulhemîd hinek gavan avêtibe jî ‘alema Îslamê ev gav semîmî nedît û Dewleta ‘Usmaniyan ji bilî Kurdan milletên din jê qetiyan.
Vêga jî dewleta Tirk tevî giraniya xwe daye ser vê meselê. Lê dîsa tiştek tê jibîrkirin ew yek jî ev e ku gelê Kurd ne milletekî ‘Irqçî ye. Yê ku ‘Irqçîne Dewleta Tirk bi xwe ye. Ji ber ‘Irqçîtiya Dewlet û milletê Tirk faşîzma wan ev millet serhildaye.
Ev sed sale bi zarokên xwe peyva “Ne mutlu Turkum diyene…” her sibe didin gotin. Milletekî ku zarokê wê bi vê peyvê mezin bûbe qey mumkune gelê Kurd û gelên dî wek xwe û bira bibîne. Divê beriya safî kirina mesela Kurd Dewlet ji serî heya binî tev biguhere. Divê navê wê, qanûnên wê, mektebên wê û heya bi teşkîlata diyaneta wê tevî millet û dewleta Tirk biguhere. Lê dewlet bi tenê dixwaze Kurd biguherin. Wekhevî ma ev e? Lê li qusurê nenêrin milletê Kurd îdî bi şekirê hûn davêjin berê naxape.
Ger çareseriyek tê xwestin em dibêjin dakevin eslê meselê hûnê li wê derê xwe bibînin. Guherandinê hûn dixwazin di serî de xwe biguherînin. Hûn dixwazin xwîn nerjê, di serî de hûn îdî xwîn nerjînin. Hûn dixwazin gelê Kurd xwe perçekî ji we bibîne, di serî de hûn xwe perçekî gelê Kurd bibînin.
(bangaheq.net / M.Ce'fer Bêcirmanî)