Dîk û Tajî
Dîk û tajî bûne hevalê hev
Gerîyan, çerîyan tev.
Yek bi nikul, yek bi dev
Ji hevra gotin edî em herin
Li deyşt û zozana bigerin
Ji xwera warekî avakin
Dîk go; ku hat seat û wext
Qey limejî ê vebe bext
Em jî bibin xwadî text
Him çêrîyan hem meşîyan
Şeva tarî girtê serwan
Di berqefekî da razan
Bi saw û tirs raketin
Destê siwêra daktin
Li wa dor hêla li baketin
Hatin rasta xirabekî
Tajî go; deng xwaşo tu zu kî
Derkeve ser vî pangî
Dîk li ser dîwêr qirîya
Bi dengekî hezînî giriya
Bi wan hesîya neval û çîya
Go; “werin em avakin vî warî
Kî duxwaze bi mera vî karî
Em tev hilgirin vî barî
Rovî hesîya bi vî dengî
Şaş bu bi vê sewti li vî rengî
Go; xirabe şen bû kengî?
Rovi go; kine vanê hatî
Ne baqilin, ney tewitî
Banga wîra dilemin şewitî
Rovî nezika xirabe bu
Tajî li siyê pal da bu
Mîna talazê rabu
Rovî; di ku tajîye belek
Tirs kete ser wi gellek
Go; hawar li we lingên çeleng
Ku xilaskir rih û can
Bi emrê xweda ve bu ziman
Bi hezînî vegerîya serwan
Dûre dûr bankir go; “dîkko
Histî dirêj, poz lîkko
Tu valayî bandiko
Heya ev denga lê tebe
Hevalê te wir bezabe
Ji mera derd û xezebe
Ne cîrantî bi wera dibe
Ne şen dibe xirabe
(Seyda RONAHî)
(Seyda RONAHî)