Fet'ha Amedé
Sal ‘hîcrî 639… ji mehan meha gulanê…Roj 27ê mehê... Ronahî barî li ser axa Kurdistanê…Tava azadî û ‘edaletê ser meda hat… Û em bi wî dil xweş bûn… Çavên meyên bi ‘hêsîr zuha bûn… Destê meyên girêdayî filitîn… Tarîtîya dilê meda agirê zanîn û fehmê pêt bû, bi suwarîyên Hz.’Iyaz… Tevli ‘hezarek se’habî û ‘heyşt ‘hezar neferîyan tava huznê ji ser dilê xelkê bindest rakir… Û milletê kurd bin tarîtîyê xelas bûn…Filitî ji zindanan… ji hêsirî û rebenî… İnsanên Kurd bi nefesa islamê hilmijîn… Û ji ava ‘heyatê tînayîya xwe dabînkirin û şikandin…. Qeyd û zincîr dev ji wan berda êdî…
Fet’ha Amedê ji bo me roja azadîyê ye.Fet’h bo me xelasîye, bo me ‘edl u heq destxistin e! Fet’h, me ji tarîtîya cahilîyeyê ber vê ronahîya zanînê kişand. Fet’h,me ji ‘’civaka peyrevê xwerist û tabi’et’’ ê guhard ser ‘’ civaka hilberîn’’… Sed pîroz be azadî û zanîn!Sed pîroz be ev roj! Sed pîroz be ev fet’h… Pîroz be ji milleta me ra!
Fet’ha Amedê u xelasbûna kurdan…. Xelasbûn… Ji koletî,hêsîrtî û ji nezanî…. Bi Îslamê… Bî âzan û qur’anê… Piştî mîladê car civatbûn… Û car milletbûn…. Ne ku perçe perçe her Kurdek lı derkî, bi derdê xwe bi nalîn û fîğanan bendemanê mirinê be… Paşpêkî bi fecra îlahî serhildan, berxwedan û paşê tê jîyan…. Milleta Kurd bi îslamê bilind bûn! ji xewa mirinê hışyar bûn! Ji konên hêsîrîyê, metingehîyê derketin meydana û serbxwe bûn,serfiraz bûn û bûn xwe… Bûn wek xwe, ne ku wek kesî…Dinav ummetê da bi ‘eşq û evîna îlahî, bejna xwe nîşanî pelên însanîyete dan. Xwe dîtin û vedîtin huner û behremendên xwe… Ketin bin xizmeta Îslamê, ummet û insanîyetê… Kurdan dest bi zanîn, ilim û fehmê kirin paşê… Û bela bûn lı ser cihanê… Ronahî bela kirin der dora xwe… Li her derî bi navên xwe geryan û bûn wek eshabiyên pêxember, xwe feda kirin û bûn mînak û mîsal ji însanîyetêra ….
Belê vana tev em deyndarê fethê ne …Em deyndarê islamê ne… U el’hemdulillah bi izna Ellah(cc) xelî zêde bav û kalikên me deynê xwe dan… Xizmeta xwe bicîhanîn…Baba Tahir,Feqiyê Teyran,E’hmedê Xanî,Mewlana Xalid,Şêx ‘Eleddînê Xeznevî,Şêx Se’îdê Palevî û Bedî’uzzemanê Se’îd Nûrsî…Û ji 'egîdan Hûseynê ji mala Welî...Tev di xizmeta Îslamê da jîyan û divê wari de meşîyan…Îro dora meye… Lazime ku em jî di oğira fethê da xızmet a xwe bicîbînin…
‘Hemd ji xweda ra be…Bi fet’hê deryê îslamê li me vekir û me teva xist xizmeta xwe…Û me ji nezanî û cahiltîyê rizgarkir, xelas kir… Em çiqas ‘hemd u pesindanên xwe pêşkeşê wî bikin carna kêm u naqis dimîne… Carna jî lazime ku em qimeta fet’ha Amedê baş bizanin û çi lazimese em bicî bînin.Belê herî pêşî lazime ku em rihê fethê di navbera xwe da bi dilekî coş pîroz kin.Û bidin bîranîn… Li ser vê rojê wek nevroz û mewlûdê pîrozbahîya saz kin û organîzekin, komê hev bin bi tekbîr û selewata bi bîrxin û nesla xwe li ser vê zanînê perwerde û mezin kin….Belê bi vî awayê em xev û hafiza xwe wenda nekin! ‘Eş bi kulpê îslamê bigrin û bîranîna fet’hê jêra wesîle bibînin…. Belê roja salvegera fet’hê ne roja runiştinêye… Ev roj roja li kuçan, li kolan û li hol û meydanan bi dengekî bilind û bi qirîn li herderê Kurdîstanê û teva cîhanê vê bang û âzana Îslamê bela kin! Em vîya baş bizanin ku hetanê müsülmanan ji mal û malbatên xwe ji şanên xwe û ji konên xwe dernekevin, azadî u ‘eşk û evînî jı bo mezlum ,musted’ef û bindestan re naye…
Hinek kes hene ku li fet’ha Îslamê bi çavên baş nanêrin…Fet’hê wek êrişên talanê dibînin…Li ser vê fikra xwe îftira dikin Îslamê. Belê Kurd bira baş bizane ku bilindbûn,serwerî serdestî, serbixwebun encax bi Îslamê ye…Bi qur’anê ye… Û bi fermana îlahî bi eşq û evîna Mu’hemmed e(selat û selamên xwedê li ser wî û alî wî be)…Dev ji kumişandina beşerîyetê berde… Û car vegere bi bal xwe bi bal çand û hunera xwe….Û vegere dîrok û tarixa xwe…. Belê dev ji sebeba hebûna xwe berde encama wî tev bindestî û koletî dibe… Vayan bira baş were zanîn…Belê kî li deryê îlahî runiştîye û ketye xizmet, Xwedayê ‘adil ew parastîye ji ketinan û kirîye emsal ji bo milletan…
Cardin em fetha Amedê pîroz dikin.Û dİ oğira fethêda ê ku şehîd ketine û xwe ji bo hidayeta insanan feda kirine; Ellah(cc) şehadeta wan mübarek bike…Û me jî, nail ke şefa’ata wan…. Ku em vîya baş zanin ku ew û d'ewa wan ji ba Ellah(cc) spartîyê menin… Lazime ku em wan bi xweşî û bi xêrê bi bîr bînin…D’ew û doza wan bîra nekin u nehêlin were birakirin…Vê ga bimînin bi silametî û xweşî…
( M.Nurşinî - Bingöl Bülten)