Êdî Bes e, Partiya Huda Hat!
Bi namê Allah Te’ala…
Ewê ku em gihandin îro, di ser wê rê ya rast de, li ser wê rê ya pak de…
Serê her xêr û rehmê, destpêka her başî û qencê bi namê ALLAH e, bi BİSMİLLAH e…
Di vê roja dîrokî de karwanê heqq vaye dîsa bi destpêkek xêr (inşallah) li pêşberi me ye. Weke Ûstad Melle Seîdê Kurdî, weke her xêr û qencî ew jî destpêkê bi BİSMİLLAH dikin, bi namê XWEDA dikin, bi namê HUDA dikin…
Gelek pîroz be, gelek ser xêr û başî be, bi rehmet û bereket û qencî be…
Hereketa Mustez’efa demeke dirêj bi her alî yê misilmana re jiboy hîzbek Îslamî, jiboy partiyek HUDAyî şêwr û îstîşare dikirin.
Agahdarî didan misilmana, digotin êdî bes e, va ye wext hatiye, sekna misilmana weha naqede, mezlum û mustez’ef û însaniyet li benda we ne, li hêvî ya we ne. Êdî bes e! Em hişyar bin, hişyar bikin. Ji nû de nûra Qur’an hakim bikin.
Bi vî rengî misilman tev pê hisandin. Amanc û mebesta xwe bi taybetî li Kurdistan, ji misilmanê Tirkî û Awrupa heta Misr, Îran û Lublan vegotin. Gelek rewaç dîtin. Geleka gotin hun dereng jî man. Lewra diva ku Îslam bi ‘esl û feslê xwe, bi endam û qurmê xwe bibe xuyanî. Bibe alîyek da ku insan xwe pê bigrin. Pê azad û rizgar bibin. Pê izzet û sihhetê bibînin. Da ku ev êş û elemên kûr derman bibin. Da ku kêra ku gihaye hestî hilbe…
Ev Partî, ( Hür Dava Partisi – HUDA PAR ) namzedeki herî girînge jiboy yekîtî ya misilmana. Nabêje şîî û sunnî; nabêje ‘Ereb, Kurd, Fars û Tirkî…belê teva dihebîne; ji lew teva di xwe de dihewîne…
Ev Partî, ( Hür Dava Partisi – HUDA PAR ) namzedê herî girînge jiboy çareserî ya derd û kûlê Kurda, jiboy azadîya Kurd û Kurdistan bi İslam û Qur’an; pê re azadîya temamê gel û kesên milletê Îslam. Lewra ji xwe re destur girtiye Sunnet û Qur’an…
Em bi vê dîsa gazî ya Ûstad Melle Se’îdê Kurdî bi bîr bînin;
“Gelî şêrekurdên ku di dema cîhangirî ya Asurî û Kîyanîyan de, pêşdarî qehremanî ya leşkerî dikirin! Ev razana we ya pensed salî bes e! Êdî rabin û hişyar bibin, sibe ye. Naxwe wehşet û ğeflet, di çola wehşetê de, dê we talan bike. (Dîwan-î Herb-î Örfî)”
Ev Par tî, ( Hür Dava Partisi – HUDA PAR ) îşareta dawî ya razan ê ye. Îşareta çawa ku Ûstad jî bi taybet dibêje “Gelî Kurdên şêr hişyar bibin..” bi taybet hişyarî ya Kurda ye. Lewra temenê wê bi xwîna şehîdê Îslamê, bi ceng û qehremanî ya şêrane âva bûye. Li ser xebat û lebata bi îxlas bilind bûye.
Ev Partî, ( Hür Dava Partisi – HUDA PAR ) namzedekî herî sitûr û sağlem e. Namzedeki bi ewle ye. Lewra find û fêlebazî yê gelek neyara peşkilaniye. Ru li hevparê şeytan qermiçaniye. Tama devê gelek düjminê Xweda tirş û tehl kiriye. Bi izna Xweda tirs bi dilê düjminê îslam xistiye. Bi izna Xweda ewê tirsa wan li serê wan biqewime jî. Belê bila bitirsin jî, zalim û zordar û düjminê İslam.
Belê êdî bes e! Lewra Partî ya XWEDA hat, Partî ya HUDA hat , Partî ya Doza Azad hat…
Nema cî û destur heye ji partîyên fêlebaz re, rê ewê were girtin li ber zilmû zorê, li ber tağut û şerê…
(Fedlullah Polan - Gapurfa.net)