Çîrokek û Şîretek
Bi navé Xwedayé go mirin û sax kirin xulqandîye/afirindîye jibo go bineri ji însan bé kî qencîyé dike.
Çiqes go behs mirin bi jî, béj namîni, diqedi. Belê jiber ehemmîyata wê behsê, emé vé bihevrabuna biwer ji liser behsa mirné bidomînin û ayet, hedîs, gotnên zanayî li ser mirnê emê bi wer par bikin.
Ey can! Hişé xwe bîn seré xwe, té ji mirné bitirsî û bazdî di heqiqet di tu ji xwe baz didî. Tişté tu dibîne ne ruwé mirnéye ew ruwé tenî reşe. Cané te dişihibe dareké, mirin pelén wé daré ye. Her pel ligor cinsé daréye. Baş be jî jite ye, nebaş be jî jite ye.Tiştek xweş û nexweş çi be ber dilé te ye, ji hebuna te ye.’’ (Mewlana-Mesnevi cilda 3/ 3438–3443)
Ey can! ‘‘Hem bizanibe, tu mirî liber mirna xwe nakeve, belé dikeve taya kémanîya ardu-w zadé axreté” (Mewlana-Mesnevi cilda 5/ 1766)
Nexwe mirov liber mirna xwe nakeve, mirov liber kemanîyé zadé axreté dikeve, ew çax xwezîya mi bi dilé kesé go zadé dinyayé bi zadé axreté ji xwer diguheré..Eré dinya dehla axretéye, ké çi çandi be ew jér heye. Biranîna mirné amadebuna jére diwelidéne. Kesén mirin ne dibîr û xema wi de be, é çewa jér xwe amade bike. “Roké té bineri mirin bi rasti hatîye û té got un ew tişté go t u jé direvîya eve" (Kaf: 50/19)
Mirin bé zad û be amadebun wexta bi serte girt, ew çax poşmanîyek giring é bigré laşé te , cané te.Belé çi feyde “Berî melaîketé mirné bé, lazime t u di poşmanîyé derbas bibî.’ (Ahmet F.Y uksel, ji Gotnén bi tesîr–2638’)
Eré pîştî mirin hat dewra poşmanîyé té hilat.
‘‘Xwortanî pirtukek bu, me xwend xelas bu. Cané min buhar çu ji zude, çelleye nuha. Kanî dilşahîya te, ew çivîka wît wît? Çewa, kengî hat, çewa çu? Her roj yek derté, destpédike dibé: ez ez; Bi zer û zîvé xwe, xwe pesin dide. Tam şuğle wî dikeve reya xwede, ecel derte ji kemîne: Dibe, ezim ez.’ (Ömer Hayam, ji Gotnén Bi Tesîr–2726)
Madem buhar deré û diçé, xwortanî koç diké, zér û zîv feyde nadi wexta ecel té û wexta mirné jî em nizanin. İdî bese berî deryé poşmanîyé bé girtin em ji xwe şerm bikin û poşmanîyé bi dilek safî te’em bikin û “Qebr û mezela serdan bikin é mirin bé bîra we” bînin, Hedîsa Şerîf
Ji qebra ji xwer dersa hîn bibin. Berî jime bé pirsyan, em ji xwe bipirsin. Amade bun ji pirsyaner, jibo go dilşahî behra me jî bikeve.
’Miriné pir bi bîra xwe bîn. Tişté jibo goîro t u bi dest bikî diber dixiliqî belé jibo go li axreté é jiwan pirsyan é békirin liser wan ji niha de bifikir. Jibo pirsyan û hesab amade be. Ger t u ji niveké laqayî miriné bibî té meğlub û nuxumbext bibî.’ (Hz ‘Elî)
‘‘Mirin ti bi bîra xwe bîni heskirna tenî balî dinyayé é kém bibe.
Ger t u liser vé hal û hewalé nuha dom bikî, té xelasî û selameta dinya û axreté té wunda bikî. Belé t u mirné bi bîra xwe bînî, wé kéf û zewqa ji dinya û her enva’é dinyayé é kém bibe. Jiber kémanîya dinyayé té kémtir kéf xweş bibe, belé ji âlîyé di z uhd û teqwa te , durbuna ji dinyayé û tirsandina ji Xwedé é zéde bibe. Di eslé xwede kesé go dawya wî mirin be é çewa kéf xweş bibe jiber bi xwedîbun û zédebuna dinyayé. Resul é Xweda wilo gotîye:
“Miriné û paşî mirin rizyandina hestî û cesedé bi bîra xwe bînin. Kesé heyat û jîyana axreté dixwazi bila xeml û rewşa dinyayé terk bike.” (Tîrmîzî, Kiyâme: 24; Ahmed b. Hanbel, M usned:î, 387)
‘Berî t u bimrî bimir. Hem ji xwe her, hem ji wan her. Ha wî çaxé té sağ be. Te biké jîyan û heyat a rast. Ha wé çaxé té bi heq biké jîyana bé dawî û ebedî. Di xwîyanî liber çava té wek mirya be, belé desté qederé é li cem te bi. Kesé go biké vé mertebé û derencé jiber nezîkbuna Xweda é jîn bé, é ‘ilm bé. İdî ji desté wî tiştén dinyayé mal û meqam bifirî jî, ne xema wîye. Qiyamet hatîye yan ne hatîye mirin heye yan t uneye jér ferq nake. Lewra ğaye û armanc û meşgulîyeta wî kîyanîya heqqîyéye kîyanîya Xwedaye. Bi meşgulîyeta Xweda ji meşğale dinyayé difiliti û xelas dibe. Véna bi paqij kirna qelb é û paqij kirna hundiré xwe, bi tekoşîna bi nefsére û bi herba şeytan é le’în bik. Li Xweda biger û beré xwe bid wî.’’ (Şéx Ebdul Qadir é Geylanî)
Di dawîya her tiştî em karin béjin:
“Mirin tiştek rind û xweşik e, ew e ji paş perdé hay û xeber
Ger mirin ne rind û xweşik ba, maqey dimir péxember”
“Ey Rebbé me îdî gunah û teqsîrate me efubik, kusuré me veşér, can é me jî bi qencar bistén.” (Âl-î İmran: 3/ 193)
“Ey Rebbé me sebré bibarîn serme û me bi misilmantî bimrîn” (el-A'raf: 7/126)
Xweda her tim bila yar û alîkarê me bi, bi hevîya go her behna hun disténîn parek wé bextîyarî be. Bimînin di xweşîyé.
(Fatih AKMAN - Amedhaber)