Ey Ezîz Serdar! Piştî Te, Kesî Xêr Ji Xwe Nedît
‘Erda Kerbelayê… timî bi xwîn û girî hatiye avdan. Lê ji bo konvedana tuxyanê tu car nebûye war, zilmê jî li ser wê ‘erdê têr nexwariye û negihaştiye aramî û hizûrê.
‘Erda Kerbela… dewran buhurîn, sal zîvirîn demsalan hevdû şopandin; yek çû yek hat. 3yê Çile ya 2020an di saetên berdestê sibehê de, firokên zilmê bi ser erda Kerbelayê, fuzeyên kînê barandin, xwîn rijandin…
Ji roja ku Fermandarê Hêza Qudsê Serdar Hecî Qasim Silêmanî û 2 hevaldozên xwe bi fuzeyên îşxalkeran hatin şehîd kirin û pê de, li ser rûyê erdê bûyerên bobelat û felaketê sekin nedan xwe û kêm nebûn; erdhejî, şewat û şerên giran, vîrûsa koronayê û hwd. Kesî rûyê rehetiyê nedît, wer xuya ye li erd û asîman şîn hat danîn û Xwedê li zaliman hate xezebê…
Ey Ezîz Serdar! Ew destê ji bedena te ya perçekirî qetyayî û gustîlka di tilîka te de bi rojan ji ber çavên me neçû hêjî di nava hêsrên çavan de xuya dibe. Lê piştî ew dest ji bedena te ya bimbarek qetiya bi raya Xwedê kesî nema êdî destê xwe dan hevdû. Li seranserê dinyayê bobelat, bela û musîbetan rû dan, herkes bi qasî metreyekê ji hev dûr ketin û ev dûrketin li ser wan bû ferz. Kes newêre destê xwe bidin hevdû…
Ey Egît Fermandar! Piştî çûna te ji dinyayê ewlehî rabû, xetere û diltirsî kete nav mirovahiyê. Ji tirsa canê xwe tu kes newêre ji malên xwe derkeve derve. Îqtîsad û aboriya welatên dewlemend ên ku li serê dinyayê quretî dikirin hilweşiya…
Ey Şehîd! Ji bo biharek xweş, tu di zivistaneke seqem de çû. Belê em qenc dizanin ku kesên bixwazin biharê bibînin divê di zivistanê re derbas bibin û zivistanê bibînin. Bihara te li te pîroz be… (Hüseyin Amedî - Hürseda)